Li Şehbayê welatiyek ji ber mayineke çeteyan birîndar bû

Di encama teqîna mayineke ji bermahiyên DAIŞ`ê li gundê Um Hoş ê kantona Şehbayê welatiyê bi navê Umer Ebdo Aton birîndar bû.

Dema ku welatiyê bi navê Umer Ebdo Aton ku erka xwe weke karkerek di Şaredariya Gel a Um Hoş a kantona Şehbayê de pêk dianî, mayinek bi wî ve teqiya û di encamê de birîndar bû. Umer Ebdo Aton ji gundê Sariyê yê navçeya Mabata ye û niha li gundê Um Hoş dijî.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku ji bo tedawiyê welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Afrîn a li navçeya Fafînê û niha rewşa wî baş e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên Efrînê ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûn û ji ber bermahiyên çeteyan li herêmê gelek zehmetiyan dibînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din