Li Şehbayê xwarin li 2 hezar malbatan hate belavkirin

Meclis û komîteyên kar û barên civakî yên kantona Şehbayê parên xwarinê li zêdetirî 2 hezar malbatên ji Efrînê yên li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi cih bûne, belav kirin.

Meclisên kantona Efrînê bi hevkariya komîteyên kar û barên civakî mehane parên xwarinê li şêniyên herêma Efrînê yên li hemû herêmên kantona Şehbayê bi cih bûne, belav dikin. Meclis bi armanca parastina şêniyan ji Koronavîrusê (Covid-19) mal bi mal parên xwarinê digerînin.

Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Fafînê Sena Berekat têkildarî mijarê got: "Me tedbîrên parastina ji vîrusa koronayê girtin û bi hevkariya komînan parên xwarinê ku ji nan, dezenfektekirinê pêk dihatin, mal bi mal belav kirin her wiha şênî hişyar kirin ku ji xetereya belavbûna vîrusê biparêzin."

Sena wiha axaftina xwe domand: "Bi armanca piştgiriya endamên komînan me gelek erebe veqetandin û bi vî awayekî mal bi mal parên xwarinê li şêniyan hatin belavkirin, jixwe armanca me ji vê yekê ew e ku şênî li pêşiya komînan kom nebin."

Hejmara malbatên li navçeya Fafînê pêwîstiyên wan hene 2 hezar e ji wan hezar û 19 malbat ji koçberên kantona Efrîna dagirkirî ye û li navçeya Fafînê bi cih bûne, her wiha 838 malbatên navçeyê jî pêwîstiya wan pê heye. 

Sena Berekat di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku ji wan re hevkar bin û parastina xwe ji vîrusê bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din