Li Şengalê Asayîşa Jinên Êzidî hat avakirin

Li navçeya Xanesorê ya Şengalê Asayîşa Jinên Êzîdî hat vekirin û li kêleka Asayîşa Êzîdxanê bi hevbeşî dest bi parastinê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bersiva her êrîşeke derve û hundir were dayîn Asayîşa Jinên Êzidî li Şengalê hate avakirin. Jinên Êzidî û bi taybet jinên Şengalê di dema fermana sala 2014'an de rastî her cure êrîşan hatin. Ji bo ku cardin ev yek pêk neyên wan xwe di her milî de birêxistin kirin û roj bi roj rêxistin û sazîbûna xwe berfireh dikin.

Ji dema YJŞ'ê hatî avakirin heya roja me ya îro bi dehan jinên Êzîdî cihê xwe di nav de girtin û tola jinên Êzidî ji DAIŞ'ê hilandin. Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi heman rengî beşdarî têkoşînê bûn.

Di roja me ya îro de gelê  Êzidî û bi taybet jin pêwistiya wan ji bo parastina hundir jî heye. Ji ber vê yekê Asayîşa Jinên Êzidî hate avakirin. Asayîşa Jinên Êzid dest bi pêngava xwe ya yekem kirin û li kêleka Asayîşa Êzîdxanê  cihê xwe girtin.


Mijarên Din