Li Şengalê gorek din a komî hat dîtin

Li navenda Şengalê, gorek komî ku cenazeyên welatiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin têde ne, hate dîtin.

Li gorî zanyariyên ku Qayameqamê Şengalê Fehed Hemîd dane Rojnews, gora komî şevê din, li beramberî Dêra Xiristiyanan li rex baxê zeytûnan hat dîtin.

Qaymeqam Fehed Hemîd da zanîn ku şevê din hinek welatî bi rêya telefonê li wî geriyane û gotine ku wan li beramberî Dêra Xiristiyanan li rex rê, hestî û cilên mirovan ên bi ser axê ketine, dîtine. Hemîd diyar kir ku li ser vê zanyariyê çûye cihê bûyerê û lêkolîn kiriye. Hemîd destnîşan kir ku wî ferman daye hêzên ewlekariyê ku herêmê bixin bin kontrolê û tedbîran bigirin.

Hemîd, got ku ewê agahî bidin saziyên eleqedar da ku vê gora komî vekin û tiştên pêwîst pêk bînin.

Hemîd bang li Komîteya Şehîdan, Saziya Mafên Mirovan û Hikûmeta Iraqê di zûtirîn demê de bi vê mijarê re eleqedar bibin.

Qaymeqam Hemîd da zanîn ku heta niha li herêma Şengalê 77 gorên komî hatine tespîtkirin.


Mijarên Din