Li Şengalê şehîdên komkujiya 14`ê Tebaxê hatin bibîranîn

​​​​​​​Şêniyên Şengalê şehîdên komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Ezîz ku di sala 2007`an pêk hat, bi merasîmekê bi bîr anîn.

14`ê Tebaxa 2007`an barhilgirên bombebarkirî li gundê Sîba Şêx Xidir û Til Ezîr ê Şengalê teqiyan û di encama wê de zêdetirî 400 Êzidî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.

Duh şêniyên Şengalê şehîdên komkujiyê bi merasîmekê bi bîr anîn. Merasîm li gundê Til Ezîz hate lidarxistin. Di merasîmê de wêneyên şehîdan û pankartên şermezarkirina komkujiyê hatin hildan.

Her wiha di merasîmê de, şervanên YBŞ`ê û YJŞ`ê toreneke leşkerî lidar xistin.

Di merasîmê de ciwanê bi navê Merwan Xwedêda ku ji şêniyên gundê Til Ezîr ANHA`yê re got, komkujî di çarçoveya planekê de hate kirin û armanca wê qirkirina civaka Êzidî bû.

Xwedêda wiha domand: "Di roja komkujiyê de hêzên desthildar li Şengalê dizanibûn ku wê teqîn çêbibe. Wan bi xwe ji şêniyan re got teqîn dê werin kirin. Barhilgir di nuqteyên hêzên PDK`ê re derbas bûn bêyî ku werin lêkolînkirin."

Xwedêda piştrast kir ku berpirsa Fermana 3`ê Tebaxê û komkujiya 14`ê Tebaxê PDK`ê ye û heta niha hesab ji sûcdaran nehatiye xwestin.

Paşê endamê Meclisa Rêveberiya Xwser a Şengalê Qehtan Xelîl jî wiha axivî: "Di salvegera 14`emîn a komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Ezîr em hemû şehîdan bi bîr tînin. Tişta ku di wê demê de qewimî ew jî fermana li dijî civaka Êzidî bû."

Tê zanîn ku her du gund di wê demê de di bin serweriya PDK`ê û hêzên Iraqê de bûn û teqîna ku ji ber 4 barhilgirên bombebarkirî pêk hat, di nuqteyên hêzên PDK`ê re derbasî her du gundan bûn bêyî ku werin lêkolînkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din