Li Şengalê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Şengalê şevê din saet di 24.00'an de agir bi zeviyan ket. Ji bo vemirandina agir welatî seferber bûn. Ji ber agirê dijwar 2 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li Komelgeha Borikê ya Şengalê şevê din saet di 24.00'an de agir bi zeviyan ket. Ji bo vemirandina şewatê gelek kes seferber bûn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê hevserokê Meclisa Gel a Komelgeha Borikê Fêsel Reşîd diyar kir ku di dema vemirandina şewatê de kesên bi navên Berzan Emer û Seet Sebrî ku nêzî 35 saliyê ne, dema bi traktorê agir vedimirand, şewatê dora wan girt û nekarin xwe xilas bikin.

Her du kes şewitîn û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên wan rakirina Tiba Edlî ya Mûsilê.

Seed Sebrî endamê Şaredariya Gel a Komelgeha Borikê bû.

Her wiha welatiyê bi navê Îsmaîl Bekir jî bi granî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.


Mijarên Din