Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kargeha zeytê hat vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kargeheke zeytê bi lêçûna 6 milyon dolar vekir.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serperştiya Kampanya El-Hesen cara yekemîn karkegeke zeytê (nebatî) bi navê Golden Rose li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.

Kargeh li gundewarê bajarê Qamişlo hate vekirin.  Di mersîmê vekirina kargehê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo, Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Telet Yûnis û endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn.

Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo axivî, vekirina kargehê li gel pîroz kir û got, ev kargeh ji bo derxistina zeytê ji tovê pembo, garis, tovê gula berberoj, soya û kuncî derbixe, wê ji berhemê yekem sabon derkeve, ji bermahiyên din wê ji bo beşa sewaldariyê bên dayîn.

Barûdo bi domdarî got: "Wê ev proje aboriya me xurt bike û wê ji bo anîna tiştan ji derveyî welêt kêm bike. Ji ber ku me bi dolar madeyên xwarinê ji derve dianî."

Selman Barûdo got ku wê di demên pêş de gelek projeyên bi vî rengî Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin avakirin.

WÊ ROJANE 300 TON ZEYT DERKEVE

Barûdo da xuyanîkirin ku rêjeya berhemdayîna rojane wê nêzî 300 ton derxîne, lêçûna avakirina vê kargehê jî nêzî 6 milyon dolar e.

Her wiha xwediyê kampaniya El-Hesen  Ehmed Reşîd da zanîn ku proje ya Rêveberiya Xwesere, tê de 350`î xebatka kar dikin û wiha got: " Ji ber ambargoya li ser herêmê, me gelek astengî kişandin heya ku me pêwîstiyên kargehê ji alavên teknîkî re peyda kirin. 15`ê Adara 2020`an me dest bi avakirina kargehê kir, ji ber rewşa vîrusa koronayê nêzî 3`ê mehan karkirina li ser projeyê hat sekinandin."

Reşîd diyar kir ku bawernameya bi navê ÎSO bi kargehê re heya ku di rêya wê bawernamê re berhemên kargehê dikare li her welatî bê belavkirin, ji ber paqijbûna berhemên wê û wiha got: "Cihê kontrolkirina zeytê û paqijkirina  wê jî di kargehê de heye."

Di kargehê de jî depoyên ji bo veşartina tovan û dagirtina zeytê li ser sê cûreyan heye 1 L, 4 L û 16 L heye.

(sb)

ANHA


Mijarên Din