Li ser bandor û paşmayên dagirkeriya Tirk kurtefilmek hate nîşandan

Koma Şehîd Osman a bi navê` Bavê Teyar` tê naskirin, kurtefîlmek bi navê ` Çivîkên Buhiştê` li ser bandor û paşmayên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li ser zarokan, berhem aniye.

 

Dîmenên kurtefîlinê,  piştî êrişên 9`ê Cotmaya derbasbûyî yên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li cihekî Herêma Cizîrê ku rastî topbarana dagirkeriyê hatiye, hatine girtin.

Di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de, zêdeyî 300 hezar welatiyên sivîl neçar bûn ji malên xwe koçber bibin, 478 sivîl şehîd bûn û 1 hezar û 70 hesên din jî birîndar bûn, piraniya gurbaniyan zarok, jin, kal û pîr bûn.

Kurtefîlim behsa bandor û paşmaya êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, her wiha çawa artêşa dagirkeriya Tirk derheqê bajarê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sûc û komkujiyan pêk tîne, tên nîşandan. Li hemberî dagirkeriya Tirk berxwedana gelê herêmê jî,tê nîşandan.

Koma Şehîd Osman (Bavê Teyar) di sala 1998`an de hatiye damezrandin. Gelek kurtefîlim û fîlmên dirêj berhem anîne û derhêneriya wan kirine, ku bi giştî behsa civaka kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Heta niha zêdetirî 20 film û kurtefilim berhem anîne.

(rr)

ANHA

 


Mijarên Din