Li ser daxwaza rûspiyan 43 girtî hatin berdan

Bi kefaleta şêx û rûspiyên Dêrazorê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 43 girtiyên di demên berê de têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ‘ê re hebûn berdan.

Bi beşdarbûna şêx û rûspiyên herêma Dêrazorê û nûnerên saziyên sivîl, Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û fermandarên leşkerî 43 girtî di nav de jinek ku di demên berê de têkiliyên bi DAIŞ‘ê re hebû, lê destên wan di kuştina sivîlan de tine ye, hatin berdan. Girtî li ser daxwaza rûspiyan û bi kefaleta wan hatin berdan da ku li hişê xwe vegerin û xizmeta civaka xwe bikin.

Di serbestberdanê de Hevserokê Desteya Hundirîn Basim El-Teyef axivî û girtî muxabet girt: "Ji hirmetî û rêzdariya ji daxwazên rûspî û şêxên eşîran û ji cihê baweriya me bi we wekî zarên vî welatî me însyatîfa serbestberdanê qebûl kir. Heger ku vegerin hembêza welat û xizmeta wî bikin em ê hertim destekê bidin."

Endamê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Xelef El-Esed û şêx Cemîl El-Hefel spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû kesên beşdarî vê însyatîfê bûne kirin û ji girtiyan xwestin layîqê însyatîfê bin û vegeriya rêya durist û xizmeta civakê bikin.

ANHA


Mijarên Din