Li ser dika navenda Aram Tîgran şano hate pêşandan

Bi beşdarbûna bi dehan mamosteyan, li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran şanoya "Gurî" hate pêşandin.

Koma şanoyê ya Şehîd Hêvî Yekta ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a navçeya Girkê Legê bi beşdarbûna bi dehan mamosteyan şanoya xwe ya "Gurî" pêşkêş kir.

Nivîskara şanoya "Gurî" şehîd Hêvî Yekta ye û derhêner Xelîl Tehlo ye. Şano balê dikşîne ser pirsigrêkên civakî wekî xizanî û adetên paşverû ku bandoreke neyinî li ser mirov dike.

ANHA


Mijarên Din