Li ser gora zarokê xwe yê şehîd rojbûna wî pîroz kir

Esmehan Hesen Xelo ya ji Efrînê soz dabû kurê xwe yê şehîd ku dê rojbûna wî pîroz bike. Dayikê soza xwe bi cih anî û rojbûna wî li ser gora wî pîroz kir.

Esmehan Hesen Xalo her sal wekî van çaxan bendewara vegera kurê xwe Arif Mihemed ji dibistanê bû da ku rojbûna wî pîroz bike. Îsal dayika Esmehan mîna salên berê nikare vê rojê vejîne.

Esmehan Hesen Xelo pasteya rojbûnê amade kir, wêneyê kurê xwe li ser danî û jê re ev gotin li ser nivîsand; "Rojbûna te pîroz be şehîdê min Cafer”.

Îsal di rojbûna kurê Esmehanê ya 8`an de şadiya rojê li ser gora wî li Goristana Şehîdan a Til Rifetê ya li navçeya Fafînê li kantona Şehbayê veguherî xemginiyê.

Arif Cafer Mihemed û 8 hevalên xwe yên ku temenên wan deh sal derbas nedikir, di 2`yê Çileya 2019’an de di encama komkujiya artêşa Tirk li navçeya Til Rifetê de, şehîd ketin.

Der barê vê rojê de Esmehan Hesen Xelo ev yek got: "Ez li benda kurê xwe bûm ku vegere male û ez rojbûna wî pîroz bikim, jê re bi kirîna cilên nû û pasteya ku min çêdikir, surprîzan çêkim. Min soz dabû wî ku ez ê îsal jî rojbûna wî pîroz bikim. Lê mixabin topên artêşa Tirk kêfxweşiya şadiya rojbûna wî ji min dizî."

Esmehan di dewama axaftina xwe de got dema zarokan li kolanê dilîst, artêşa Tirk bi dehan topan, navçeya Til Rifetê topbaran kir û top li cihê lîstika zarokan ket. Ji ber vê 8 zarok û çend welatiyên temenmezin gihaştin şehadetê û 12 zarokên din jî bi giranî birîndar bûn.

Esmehan di dawiya gotina xwe de bang li rêxistinên mafên zarokan û rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên ku li dijî zarokan li navçeya Til Rifetê pêk anîne, muhesebe bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din