Li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeymaneke veşartî

Malpera Nordic Monitor ku navenda xwe li Siwêdê ye, li ser zimanê muxalifekî parlemana Tirkiyê kişf kir ku Enqere û Moskovê li ser êrîşkariya komên çete yên ku Tirkiye destekê didê, beramberî vekişandina Tirkiyê ji Idlibê, hevpeymaneke veşartî daniye.

Cîgirê serokê Partiya Komarê ya Gel (CHP) a muxalîf Unal Çevikoz got Tirkiye û Rûsyayê têkildarî êrîşkariya komên çete yên Tirkiyê ji hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hevpeymaneke veşartî daniye. Çevikoz diyar kir ku hevpeyman beramberî vekişandina Tirkiyê ji Idlibê ye.

Di 6`ê Gulanê de Çevikoz pirsek ji wezîrê karên derve yê Tirkiyê re pêşkêş kir ku ew jî piştrastkirina îdiayê, tevî ku li gorî pîvanên madeya 98`an a destûra Tirkiyê neçar e di nava du hefteyan de bersivê bide, lê wezîr bersiva pirsê neda.

Her wiha Çevikoz hikumeta Tirkiyê bi destwerdana hundirîn a siyasî ya Sûriyê tawanbar kir.

Malper dibîne ku hikumeta Tirkiyê hewldana destekdayîna ji aliyên navdewletî yên li Sûriyê aktîf in, dike û armanc ji vê yekê jî ew e ku destekê bidin destwerdanên wê yên leşkerî.

Malperê diyar kirk u Amerîkayê li Sûriyê daxwaz ji Enqereyê kir ku xwe nêzî  Moskovê bike, lê diyar e ku Tirkiye li ser hesabê Kurdên li Sûriyê, dixwaze hevpeymanekê bi Rûsyayê re deyne û ev jî dê helwesta DYE`yê der barê xwe de biguhere.

Malperê îdia kir ku Çevikoz di encama peywendiyên xwe yên li Wezareta Karên Derve de hevpeymana veşartî bi dest xistiye, di heman demê de di nava endamên dîplomatîk ên Tirkiyê de xwedî rêzdarî ye.

(eh) 


Mijarên Din