Vê sibê li ser rêya kampa Arîşa ya Hesekê serwîsa karmendên Desteya Kar û Barên Şehîdan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê, li erebeyeke barhilgir qelibî. Di qezayê de karmendê bi nave Gorgîn Abdulqadir jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên berdest, Ciwan Abdulwehab Îsmaîl, Mihemed Salm, Selwa Heciz, Yildiz Yûsif Ehmed û Cîhan Henan jî birîndar bûne û ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya El-Hikme ya bajarê Hesekê.
Ji ber ku rewşa Yildiz Ehmed giran bû, ew rakirin nexweşxaneya bajarê Qamişlo.
Têkildarî qezayê Trafîka Hesekê tu daxuyanî nedane.
(eh)
ANHA