Li ser sînorê Girê Spî welatiyek hate kuştin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê kantona Girê Spî welatiyê bi navê Hisên Ezîz kuşt.

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ji bajarê Girê Spî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê bajarê Girê Spî dema welatiyê bi navê Hisên Ezîz Nasir nêzî sînor dibe, gule lê reşandin û ew kuşt.

Nûçegihanê me diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker welatiyê 33 salî ji nuqteyên li ser sînor kir hedef.

Hisên Ezîz Nasir ji şêniyên bajarê Girê Spî ye. Zewicî ye û 3 zarokên wî hene. Cenazeyê Nasir îro li goristana Eyn Arûs a başûrê bajarê Girê Spî hat veşartin.

Artêşa Tirk a dagirker heta niha bi dehan sivîlên ku di nava zeviyên xwe de dixebitîn û nêzî sînor dibûn an jî li ber pezê xwe bûn, kuştin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din