Li ser sînorê Rojava-Bakur konê piştgiriya çalakgerên grevê hate vedan

Li bajarê Kobanê li ser sînorê di navbera bajarê Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, konê piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiya roja mirinê hate vedan.

Bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8`ê Cotmeha 2018`an de, bi pêşengiya parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven bi hezaran kes ketin greva birçîbûnê, her wiha bi heman armancê 30 girtî jî li zindanên Tirkiyê ketine rojiya mirinê.

Îro jî bi pêşengiya Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Ciwanên Sûriyê konê piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li aliyê bakurê  bajarê Kobanê anku li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hat vedan.

Di kon de pankartên "Bi pêşengiya Leylayan em ê tekoşînê bilind bikin”,  “Bi serok Apo re azad bijîn, greva birçîbûnê dijminê mirovahiyê ditirsîne” û “Bêdengiya civaka navneteweyî li ser eniya mirovahiyê cihê şermezarkirinê ye" û wêneyên çalagerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê ji pêkhateyên Kurd û Ereb di bin konê çalakiyê de amade bûn.

Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê, dê di bin konê çalakiyê de semîner, şano û gelek çalakî werin lidarxistin.

Daxuyaniya destpêkirina konvedanê bi navê dayîkên kantona Kobanê hat dayîn. Daxuyanî  ji aliyê endama koordînasyona Kongreya Star Felek Yûsif ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di destpêkê de em silavên xwe ji hevalên greva birçîbûnê re ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, bi rê dikin. Ev 8 sal û zêdetir e ku rêber Apo di tecrîdeke giran re derbas dibe û kiryarên dewleta Tirk û bêdengiya cîhanê bi hev re bûn alîkar ku gelek hevalên me di zindanê de şehîd bûn. Lê li hemberî wê berxwedaneke bêhempa hat kirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku çalakiya Leyla Guven hêzê dide wan û karibû dengê wan bigihîne cîhanê û fikr û felsefeya rêber Apo ragihîne.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Hevdîtina bi rêber Apo re nayê wateya ku tecrîd hat rakirin û nayê wateya têkoşîna me bi dawî bû. Dewleta Tirk rojane daxuyaniyan dide ku tecrîd rakirine, lê li ser rûyê erdê tiştek wiha tune ye û tecrîd berdewam e. Em wek dayikên Kobanê konê piştgiriya hevalên greva birçîbûnê vedidin û piştgiriyê didin hevalên greva birçîbûnê û dayikên wan."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan û bijî serok Apo" bi dawî bû.

(şm-sn)

ANHA


Mijarên Din