Li ser sînorê Serêkaniyê dewriyeya hevpar

Hêzên Ewlehiya Sînor a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê û hêzên Amerîkî Îro dewriyeya hevpar a çaramîn li ser sînorên di navbera herêma Serêkaniyê û Tirkiyê de meşandin.

Nûçegihanê ajansa me ji herêmê regihandin ku  îro di çarçovaya lihevkirina ewlehiya sînor de, dewriyeyeke hevpar a ku ji 3 erebeyên leşkerî yên Hêzên Ewlehiya Sînor a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê û 3 erebeyên leşkerî yên hêzên Amerîkî pêk dihat ji bargeha leşkerî ya Amerîkayê ya li gundê Til Erqem ê girêdayî bajarokê Til Helef ê herêma Serêkaniyê ber bi xeta sînor ve derket.

Dewriyeya hevpar çû gundê Ezîziye yê girêdayî bajarokê Til Helefê yê ku dikeve rojavayê bajêr da ku çavdêriya rûxandina tûnelên gund  bike. Piştre berê xwe da nêzî gundê El-Mixtele yê girêdayî bajarokê Mabroka li ser xeta sînor da ku nuqteyan radestî Hêzên Ewlehiya Sînor bikin û çekên giran ji herêmê bikşînin. Di heman dema meşandina dewriyeyê de 4 helîkopteran du jê girêdayî Tirkiyê ne digeriyan.

Girêdayî mijarê fermendarê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Mino tekez kir ku ev cara duduyan e ku tûnelan dirûxînin û nuqteyên leşkerî yên Hêzên Sûriye Demokratîk vala dikin û radestî Hêzên Ewlehiya Sînor ên girêdyî Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê dikin. Her wiha destnîşan kir ku ev dewriyeya hevpar a hêzên wan û Hêzên Koalîsyonê ya çaremîne û di çarçoveya lihevkirinan de yên di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk, Amerîka û Tirkiyê de ji lihevkirina ewlehiya sînor tê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din