Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê çi diqewime?

Hizbullahê îro ragihand du dronên ku şevê din li wargeha wê ya li Dahiya El-Cinûbiya ya Beyrûtê ketine, yek jê bombebarkirî bû û ziyanên mezin gihandin avahiya navenda wê. Li aliyekî din jî Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Seydayê pêk anîn.

Berpirsê ragihandinê yê Hizbullahê Mihemed Efîf di daxuyaniyeke xwe ya li gel Ajansa Wetenî ya Lubnanê de got: "Firokeya (drone) yekemîn ket, bêyî ku ziyan çêke. Lê ya duyemîn bombebarkirî bû, ziyanên mezin gihandin avahiya navenda ragihandinê."

Efîf teqez kir ku Hizbullahê balafir nexistine.

Çavkaniyeke din ji AFP‘ê re got Hizbullahê hîna ranegihandiye bê ka firoke yên Îsraîlê bûne yan na. Lê hin saziyên ragihandinê yên Lubnanê gotibûn ev firoke yên Îsraîlê ne.

Xistina balafiran di demeke kurt de ku Îsraîlê derbeyan li derdora Sûriyê dida, pêk hat. Li ser mijarê berdevkê artêşa Îsraîlê  Jonathan Conricus got: "Hewldana Îranê ya bi serkêşiya Feyleq El-Quds a ku bi dronên kujer ji Sûriyê êrîşê hedefên Îsraîlê yên li bakurê Îsraîlê hatin têkbirin."

Wezîrê karên derve û yek ji hevalbendên Netanyahu, Îsrael Katz di daxuyaniyekê de ji Desteya Weşanê ya Îsraîlê re got: "Naveroka wê peyamê ew ku Îran li her derê ne parastî ye."

Wezîrê karên derve her wiha got çalakiyên Îsraîlê yên li Sûriyê armanc jê "birina serê mar e" û got: "Ne ji çalakiyên Îsraîlê yên di dirêjahiya salên dawîn de bûya, dê hejmara şervanên Îranê li Sûriyê bigihîşta sed hezaran."

Medyaya Lubnanê jî diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê roja şemiyê êrîşên asmanî birine ser bajarê Seydayê û diyar kir ku firokeyên keşfê yên Îsraîlê li Dahiya Cinûb a Beyrûtê geriyan.

Sekretêrê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah îro saet di 17:00’an de dê di pîrozbahiya partiyeke li bajarokê Eyn ê herêma Biqai (rojhilat) de biaxive.

Hizbullahê beriya demekê diyar kiribû ku Îsraîl amadekariya şerên nû li Lubnanê dike.

Hin çavdêran di demên dawîn de destnîşan kiribû ku guşarên Amerîkayê û welatên rojavayî li ser Îranê nagihîje pêvajoya şer, lê dibe bibe şerê li dijî Hizbullahê.

Lêkolîner û akademîsyenê têkiliyên Amerîka û Rojhilata Navîn Dr. Abîr Kaydi di hevdîtineke xwe ya li gel ajansa me ANHA‘yê de gotibû Washington Îranê di aliyê leşkerî de şantaj dike da ku vegere maseya muzakereyan. Her wiha anîbû ziman ku di demên pêş de şerekî muhtemel li hemberî Îranê nabe, lê dibe ku li hember Hizbullahê be.


Mijarên Din