Li ser sînor tevgera Tirkiyê di saetên şevê de zêdetir dibe

Ji beriya çend rojan ve li bajarê Girê Spî liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk berdewam e. Tevgera leşkerî di saetên rojê de kêm dibe û bi awayekî berbiçav di saetên şevê de zêdetir dibe.

Li bajarê Girê Spî ji beriya hefteyekê ve û bi awayekî rojane liv û tevgera dewleta Tirk li ser sînorê Sûriyê li beramberî bajarê Girê Spî, berdewam e.

Dewleta Tirk li ser sînorê Tirkiyê ji aliyê leşkerî de xwe xurt dike. Tankan bi cih dike, xendeqan dikole û tedbîrên leşkerî zêde dike.

Di vê derbarê de çavkaniyên herêmî ji Tirkiyê ji ajansa me ANHA`yê re got liv û tevgera Tirkiyê di saetên şevê de zêdetir dibe û bi rojê jî kêm dibe.

Balafirên çavdêriyê yên Tirkiyê duh dema li ser sînor ji aliyê leşkerî ve xwe xurtir dikir, li ezmanê bajarê Girê Spî digeriya û ev alîkarî li seranserî sînor ji aliyê rojava û rojhilatê Girê Spî ve belav dikir.

Nûçegihanê ajansa me ANHA’yê ragihand ku di van saetan de herêm aram e û liva Tirkiyê li ser sînor tune ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev gav di dema ku Tirkiyê gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kir hatine, jixwe ji aliyê gel ve rastî erdkirinê hat û li Qamişlo, Girê Spî û Kobanê gel herikîn ber sînorê Tirkiyê-Sûriyê û xurtkirina hêzên li ser sînor û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din