Li ser sînorê Xezayê 40 Filistînî birîndar bûn

Li ser sînorê Xezayê di çarçoveya çalakiyên meşên vegerê û rakirina dorpêçê de 40 Filistînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin birîndarkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê wergirtine, 40 Filistînî bi guleyên rasterast û bombeyên gazê yên Îsraîlê birîndar bûn, di nav birîndaran de rojnamevan hebûn.

Nûçegihanê me destnîşan kir beşdarbûneke mezin a çalakiyê hebû û di navbera çalakgeran û hêzên Îsraîlê de pevçûn derket.

ANHA


Mijarên Din