Li ser şopa dagirkeriya Tirk, komek ji Nibulê 4 Efrînî revandin

Li  bajarokê Nibul ê Helebê 4 welatiyên Efrînê ji aliyê komeke nenas ve hatin revandin û ji her malbatekê daxawza 400 hezar lîreyên Sûrî hate kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, îro komeke ne nas 4 welatiyên Efrînê li bajarokê Nibulê yê Helebê revandin.

Kesên hatin hatine revandin ev in; Xelûsî Mihemed Reşîd ji herêma Racoyê, Ebdulrehman Receb El-Şewaq ji gundê Hemam ê herêma Cindirêsê ye, Ezo Xalid ji navçeya Mabata û Mihemed Ehmed Xelîl ji navçeya Şiyê .

Nûçegihanê me diyar kirin ku kesên hatine revandin di encamê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê neçar man biçin kantona Şehbayê û ji bo pêwîstiyên xwe bikirin diçûn bajarokê Nibulê yê rojavayê Helebê ku di bin serweriya rejîma Sûriyê de ye.

Malbatên kesên hatine revandin jî gotin, komeke bi wan re axivî û daxwaza 400 hezar lîreyên Sûrî li her malbatekî kiriye û agahî dan wan ku zarokên wan li Şaxê Ewlekariyê Leşkerî ya taxa Suryan a Helebê ne.

ANHA


Mijarên Din