Li ser tevgerên Tirkiyê yên li Lîbyayê hişyariyên navdewletî

Di kongreyeke wezîran a Konseya Ewlekariyê ya NY`yî ya bi rêya dîmen de, gelek dewletan li ser çete û sewqiyetên leşkerî li derdorê bajarê Sîrt ê hişyarî dan û "destwerdana derve" şermezar kirin.

Serkerterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got bi radestkirina alavên pêşketî û hejmareke çeteyên ku dê beşdarî şer bibin re, destwerdana derve li Lîbyayê carê yekê ye ku digihêje vê astê.

Guterres li ser komkirina hêzên leşkerî li dordorê bajarê Sîrt ê yê di navbera bajarê Terabilus ê rojavayê welêt û Benxazî yê rojhilat de, metirsiyên xwe anî ziman.

Nûnera Amerîkayê di Meclisa Ewlekariyê de jî wiha got: "Em derbarê pêşketin û sewqiyetên leşkerî yên li derdorê Sîrt ê de, bi fikar in. Tu cihê çeteyan li erdên Lîbyayê tune ye. Divê hemû aliyên Lîbyayê şer rawestînin."

Wezîrê Brîtanyayê yê kar û barên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku binpêkirinên qedexekirina çekan li ser Lîbyayê berdewam in.

Nûnerê Fransyê yê di Meclisa Ewlekariyê de wiha got: "Aloziya Lîbyayê bi şer çareser nabe."

Di çend mehên dawîn de, Tirkiyê bi hezaran çeteyên ji Sûriyê ji bo şerê li kêleka mîlîsên çekdar ên serweriya Terabilusê dikin, şandin Lîbyayê.

Tirkiyê bi vê yekê têr nebû, lê belê efserên ji artêşa xwe jî şand û di hundir erdên Lîbyayê de odeya çalakiyan ava kir da ku piştgiriya hikumeta Fayiz El-Serac ku mîlîs wê diparêzin, bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din