Li ser vexwendina Fransayê civîneke navdewletî ji bo Lubnanê li dar dikeve

Îro li paytexta Fransayê Parîsê civîneke online ji bo piştgiriya Lubnanê li dar dikeve.

DYA, Fransa, Rûsya, Misir û gelek rêxistinên navdewletî ji bo piştgiriya Lubnanê piştî teqîna mezin a ku li Beyrûtê rû daye, civînek online li dar dixin.

Civîn îro saet di 14:00`an de li dar dikeve. Têkildarî wê serokkomariya Fransayê wiha da zanîn: “Ev civîn dê ji bo pêşeroja Lubnanê pêwîstiyek û hêviyek be.”

Di encama teqînê de ku roja sêşema borî li bendera Beyrûtê rû daye, 158 kesan jiyana xwe ji dest da, 6 hezar kes birîndar bûn û bi dehan kes winda ne. Her wiha bi sed hezaran kes bê mal man.

Civîna ku bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî li dar dikeve, tê payîn ku desteka aborî ji dewletên ku tev li kongreyê dibin were bidestxistin û rêbazên belavkirina parên gel ji alîkariyan diyar bibin. Li gel tevlêbûna navdewletî wê saziyên Ewropayê jî tev li vê civînê bibin da ku alîkariya mirovî ya lezgîn ji şêniyên Beyrûtê re bi rê bikin.

(şx)


Mijarên Din