Li ser zimanê çeteyekî hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk

Di mikurhatinên endamekî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ‘ê re careke din derdikeve holê. Berpirsê şaneya ji aliyê QSD‘ê ve hate girtin, li xwe mukir hat ku wan ferman ji Tirkiyê digirtin da ku leşkerên DYA û QSD‘ê bikin hedef û çeteyên di girtîgeh û kampan de birevînin.

Hêzên ewlekariyê yên girêdayî QSD‘ê di 8‘ê Mijdarê de bi çalakiyeke bibandor şaneyeke veşartî ya DAIŞ‘ê ku ji 6 çeteyan pêk dihat, girt. Şane ji gelek teqîn û bûyerên qetilkirinê berpirsyar e û ji êrişên din re plan dikirin. Li gel şaneyê rêjeyeke mezin a çek û cebilxane û madeyên teqemeniyê hatin dîtin û ji aliyê QSD‘ê ve hatin desteserkirin. Dîsa şane li gel xwe hejmareke jinên DAIŞ‘î yên di dema êrişên dagirkeriya Tirk de ji kampan reviyabûn, dihewandin.

Di lêpirsîna endamên şaneyê de derket holê ku berpirsê wê, navê wî Yasîn Mihemed Ebd anku Ebû Farûq El-Iraqî ye. Ebû Farûq ji bajarê Remadî yê Iraqê ye. Sala 2002‘yan ji dayik bû û di sala 2017‘an de tev li DAIŞ‘ê bû. Ebû Farûq diyar dike ku birayê wî yê endamê DAIŞ‘ê Heysem bi navê Ebû Mustefa li Reqayê bû, ew teşwîq kir ku tev li DAIŞ‘ê bibe.

Çete Yasîn wiha qala tevlêbûna xwe  ya nava DAIŞ‘ê dike: "Piştî tev lê bûm, yekser ez derbasî perwerdeyên şerî li bajarê Reqayê kirim. Piştî min perwerde bi dawî kir, ez şandim Hemayê ,li wir jî beşdarî perwerdeyên leşkerî bûm. Piştî derçûna me ya ji perwerdeyê me tevlêbûna xwe ya nava DAIŞ‘ê dubare kir. Ez şandim Dêrazorê û bûm leşkerek di ketîbeya bi navê Xersa ya ji aliyê fermandarekî tunisî bi navê Ebû Hemza El-Tûnisî ve dihat birêvebirin. Mehekê li Dêrazorê mam, ez şandim çolistana Suxna, li wir me li hemberî rejîma Sûriyê şer kir. Di wî şerî de fermandarê Tûnisî hate kuştin, ji ber ku kes nebû şûna wî bigire, em ji herêmê vekişiyan û vegeriyan Dêrazorê."

Yasîn Mihemed Ebd eşkere kir ku wan desteka lojîstîk û leşkerî ji Tirkiyê digirt û birîndarên wan di deriyê sînor ê Girê Spî re derbasî Tirkiyê dibûn û li wir tedawî dibûn. Gelek baregehên DAIŞ’ê li Tirkiyê bûn û biryar û talîmatên xwe ji fermandarên rêxistinê yên li Tirkiyê digirtin.

Mihemed Ebd destnîşan kir ku di şerê li dijî QSD’ê û Koalîsyonê de wan gelek zehmetî dîtin û gelek fermandarên wan hatin kuştin û wiha domand: "Piştî têkçûna rêxistinê di aliyê erdnîgarî de, straejiya xwe guhert, li gelek deverên Sûriyê xwe belav kirin û li kêleka şaneyên veşartî yên berê wekî şande li dijî Koalîsyonê û DAIŞ’ê tev geriyan. Piştî têkçûna li Baxozê ez şandim herêmên Dirî El-Furat a di bin serweriya Tirkiyê de."

Di berdewama axaftina xwe de Yasîn Mihemed Ebd îşaret pê kir ku ferman ji wan re hatin ku leşkerên Amerîkî bikin hedef da ku tola fermandarên xwe yên di derbên Koalîsyonê de hatin kuştin, hilînin û destnîşan kir ku ev yek bi hevkariya aliyên Tirkî pêk hat ku ew şandin herêma Tenefê da ku êrişên xwekujî li dijî leşkerên Amerîkî pêk bînin, ji ber ku nedikarîn xwe bigihînin baregehaTenefê, ji wan hate xwestin ku biçin Dêrazorê.

Çete Yasîn Mihemed Ebd eşkere kir ku ew bi hevkariya şaneyên berê yên li herêmên rejîmê derbasî deverên di bin serweriya rejîmê de bûn û wiha dom da axaftina xwe: "Ji wir em derbasî Suxnayê bûn, piştre herêma Şihêl a di bin serweriya QSD‘ê, em li gel kesekî bi navê Ebû Umer rûniştin. Erka pêkanîna çalakiyên xwekujî li dijî Koalîsyonê li Tebqayê dane me. Li ser vê yekê em çûn Tebqayê, li wir heta demekê me ji bo çalakiyan plan dikir, lê ji nişkê ve Koalîsyon ji Tebqayê vekişiya û planên me têk çûn. Li ser vê yekê me armanca xwe guhert ku vê care em li DAIŞ‘ê çalakiyan bikin, em çûn Reqayê û li taxa Mensûrayê demekê man."

Çete Yasîn destnîşan kir ku beriya Tirkiyê êrişên xwe yên li dijî Bakurê Sûriyê dest pê bike, rewşa ewlehiyê li Reqayê pir asê bû, ji ber vê yekê nedikarîn zêde tev bigerin û êrişên xwe bi hêsanî pêk bînin. Yasîn her wiha da zanîn ku pere ji wan re ji Tirkiyê dihatin û wiha tîne ziman: "Piştî demekê jî bi destpêka êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, di navbera me û aliyê Tirkiyê de hevkarî pêk hat, da ku wekî şane di hundir de tev bigerin û êrişên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) zêde bikin da ku wê lawaz bixin û tune bikin."

Yasîn Mihemed Ebd destnîşan kir ku fermandar hatin ku girtîgeh û kampên DAIŞ’ê û malbatên wan lê hene, bikin hedef da wan jê derxin.

Yasîn got erka wî "înxîmasî" bû û wiha dibêje: "Înxîmasî bombe li xwe dipêçe û çek hildigire û bi erebe tev digere. Destpêkê çek bi kar tîne, heta digihîje armanca xwe, xwe diteqîne. Li pey wî komeke din a înxîmasiyan dikevin dorê de da ku yên di girtîgeh an jî kampan de rizgar bikin. Plana me hedefkirina kamp û girtîgehan, çandina mayinan, kuştin û amadekirina kemînan bû."

Çete Yasîn Mihemed Ebd dema ji êrişan re plan dikirin, ji aliyê QSD‘ê ve hate girtin.

ANHA


Mijarên Din