Li ser zimanê şahidekî binpêkirinên Tirkiyê yên li ser sînor

Di dîmenekê de şêniyek ku gundê wî li ser sînorê Tirkiyê ye, qala binpêkirinên li ser sînor ên li dijî sivîlan ji hêla hêzên dagirker ve dike û dibêje leşkerên Tirk bavî wî, dema di nava zeviyên xwe de kar dikir, kuşt.

Di dîmenekê de ku ajansa me bi dest xistiye, şêniyek ji gundên li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên Tirkiyê li dijî sivîlan li ser sînor rave kirin, her wiha bêdengiya civaka navdewletî ya li hember binpêkirinan Tirkiyê li şermezar dike.

Zeîm Îzedîn Osman ji şêniyên gundê Sûsikê yê rojavayê bajarê Girê Spî yê bakurê Sûriyê ye. Osman di dîmenê de behsa trajediya şêniyan li ser sînor dike.

Osman (57) bi zimanekî bi hêrs dibêje bavê wî beriya salekê dema di nava zeviyê xwe de dixebitî, ji aliyê zêrevanên sînor ê Tirkiyê ve hat qetilkirin. Osman destnîşan kir ku leşkerên Tirk ên li ser sînor gelek caran û niha jî wan hedef digirin, herî dawî dema hewl dide jenaratoreke avê deyne nav zeviya xwe ya li nêzî sînor, lê leşkerên Tirk wî dikin hedef.

Bavê Zeîn Osman, Îzedîn Osman ku di encama gulebarana leşkerên Tirk de birîndar bûbû, di 24 Çileya 2018`an de ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest dide.

Bawerî bi ragihandin û civaka navdewletî nayê

Ji axaftina Osman di dîmenê de xuya dibe ku ew ji binpêkirinên Tirkiyê li ser sînor gelek bi hêrs bûye. Osman di dîmenê de dibêje ku ew bawerî bi dazgehên çapemeniyê nake ,ji ber ku dengê wan nagihînin cîhanê.

Osman destnîşan dike ku leşkerên Tirk, her kesekî ku hewl dide zeviyên xwe yên li nêzî sînor biçîne, yan jî av bide, dikin hedef.

Osman dibîne ku Tirkiyê bi armanca ku şêniyan dijberî Rêveberiya Xweser derxe, wan dike hedef û wiha dibêje: "Welatê xwedî şehîd nahêle tu aliyek mudaxeleya wî bike, çi hêzên parastina aştiyê, çi hêzên din bin. Tirkiye niha Kurdistanê dagir dike û bi rêya qutkirina Efrînê hewl dide Sûriyê parçe bike. Niha jî sivîlan dike hedef. "

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve yan ku beriya 8 salan li gel bêdengiya civaka navdewletî bi sedan sivîl li ser sînorên Tirkiyê hatine kuştin.

Nikarin zeviyên xwe av bidin!

Osman her wiha balê dikişîne ser ku ew nikare zeviyên xwe av bide û destnîşan dike ku dema wî hewl dida jenaratorekê di nav zeviya xwe de nêzî sînor bi cih bike, da ku av bide, leşkerên Tirk ew kir hedef, ji tirsa ku bibe qurbaniyê binpêkirinên Tirkiyê, mîna ku bi serê bavê wî hatiye, niha nikare nêzî zeviya xwe bibe.

Osman diyar dike ku zevî hewcedarî avdanê ye lê ji ber ku artêşa Tirk herçî kesê nêz dibe, dike hedef, nikarin karê xwe bikin.

Osman bal dikişîne ser ku leşkerên artêşa Tirk beriya çend rojan jenaratorek li gundekî nêzîkî wan kiriye hedef û jenerator teqiyaye. Osman wiha didomîne: "Ew me dikin hedef. Ez çi qas bibêjim lê nikarim rastiya ku rû dide, rave bikim. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan mudaxele nakin."

Şênî ji ber çaranûsa zeviyên xwe yên nêzî sînor, bi fikar in ku ku rewşa wiha bidome. Tevî ku gelekan zeviyên xwe neçandine, kesên çandine jî pirsa dê çawa hilberînên xwe berhev bikin, dikin.

Gelek beş ji zeviyan dagir kirin û nahêlin beşên din werin çandin!

Osman di berdewama dîmenê de dibêje: "Gelek zeviyên nêzî sînor hene lê nehatine çandin. Jê parçeyek ê me ye. Beriya vê dema Tirkiyê dîwar li ser sînor lê dikir, rûbera bi 50 metre ji zeviyên me dagir kir. Niha jî em nikarin nêzî 50 metreyên din ên nêzî sînor bibin."

Osman destnîşan dike ku dema DAIŞ`ê herêm xistibû bin serweriya xwe, sînor vekirî bû, dîwar tune bû û hemû bi hêsanî diçûn û dihatin.

Di dirêjahiya salan de Tirkiyê desteka sereke ya DAIŞ`ê bû, bi armanca pêkanîna planên xwe li xaka Sûriyê derbasbûna bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ji Sûriyê re hêsan kir û desteka madî û leşkerî ji wan re pêşkêş kir. Tevî wê jî sînorên Tirkiyê dema DAIŞ`ê herêmê dagir kiribû vekiribûn.

Koalîsyona Navdewletî tenê lê temaşe dike

Osman wiha mixabiniya xwe ji helwesta Koalîsyona Navdewletî re tîne ziman: "Nuqteyên Koalîsyona Navdewletî li nêzî me ne, dûrbûn yek kîlometre derbas nake. Bircên çavdêriyê çi diqewime, gule ji ku ve tê û kî tê hedefgirtin dibîne. Lê ez dibînim ku gelek dijwar e em bigihîjin encamekê."

Osman wiha didomîne: "Em di welatekî de di hundirê mala xwe de girtî dimînin. Ev rewşa hemû gundên li ser sînor e."

Her wiha Osman bûyera hedefgirtina zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa bi guleya artêşa Tirk dema ji dibistanê vedigerî mala xwe li gundê Til Fender ê girêdayî Girê Spî di 1`yê Mijdara sala borî de bi bîr dixe û dibêje: "Gelo gunehê wê çi bû ku hate kuştin."

Di dîmenekî din de Zeîm Îzedîn Osman behsa rewşa dijwar li gel binpêkirinên Tirkiyê dike û bang li ragihandin û civaka navdewletî dike da ku rê li pêşiya Tirkiyê bigirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din