Li ser zimanê şahidekê dîmenên bi êş ên komkujiya Kobanê

Hîna dîmenên bi êş ên komkujiya Kobanê û gundê Berx Botanê di bîra wê de ye. Dîmenên hovîtiya qetilkirina sivîlan û zarokan, ji bîra Jiyan Berkel, naçin.

Îro salvegera 4`emîn a komkujiya Kobanê ya ku çeteyên DAIŞ’ê di 25`ê Hezîrana 2015`an de pêk anî bû, ye. Çeteyan di komkujiyê de 242 sivîl qetil kirin.

Tevî ku 4 sal derbas bûne lê bûyerên wê hîna di bîra kesên ku bûne şahidê komkujiyê de zindî ne.

Jiyan Berkel endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  û berê mamsoteya zimanê Kurdî ya Helebê bû. Jiyan bû şahidê komkujiya Kobanê ya bi êş. Jiyan tevî 4 mamosteyên zimanên Kurdî beriya 4 salan çûn herêma Cizîrê da ku beşdarî Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk bibin.

Piştî bidawîbûna kongreyê Jiyan Berkel tevî hevalên xwe berê xwe dan Kobanê da ku derbasî Helebê bibin. Dema gihaştin Kobanê şadiya serkeftina rizgarkirina  Kobanê li ser rûya hemû şêniyan xuya dikir. Jiyan serdana mala xwişka xwe dike û li cem wê dimîne. Mamsoteyên din jî diçin mala mamosteyan û li wir dimînin.

Piştî çend rojan tam saet 5’ê sibehê, Jiyan hîna di mala xwişka xwe de bû dema dengê guleyan bihîstin. Wê demê şêniyan texmîn dikirin ku ew gule ji ber serkeftina YPG`ê ya li Sirînê têne berdan. Şênî daketin kolanan û kesên ku cilên YPG`ê li xwe kirine dîtin.

Jiyan wiha bûyerên wê rojê vedibêje: "Çeteyên DAIŞ`ê di nuqteyên stratejîk de li ser avahiyên bilind xwe bi cih kiribûn û sekvanên xwe danibûn. Di nav gundan de çete bi navê YPG`ê derbasî malan dibûn. Lê ji bo çete hevdu nas bikin paçek zer bi milê xwe ve kiribûn. Lê şêniyan nedizanî rewş wisa ye. Çeteyan li deriyê malan didan, dema şêniyan derî vedikirin, yekser şênî didina ber guleyan. Piştî ku şêniyan zanîn ew çeteyên DAIŞ`ê ne, deriyên xwe venekirin. Lê çeteyan bi rêya banên malan derbasî malan dibûn û hemû kesên di mal de dikuştin. "

Piştî wê şêniyên bajêr berê xwe dan kampa ku piraniya şêniyên Kobanê tê de bûn. Ji ber ku ew herêma herî ewle bû û dûrî çeteyên DAIŞ`ê bû.

Hinekan jî berê xwe dan gundê Til Şiîrê yê nêzî sînor. Jiyan jî berê xwe da kampê û li wir xizmek wê şehîd ket. Di nav kampê de Jiyan rastî kesên ku bi hevalên wê yên mamsoteyan re bûn tê û pirsa hevalên xwe dike. Piştre berê xwe dide nexweşxaneya leşkerî. Li wir jî cenazeyê hevala xwe Zozan Bîlal nas dike. Jiyan gelek cenazeyan dibîne û jê re dibêjin ku li Kobanê çeteyên DAIŞ`ê komkujiyek hovane pêk tîne. Wê demê saet 12:00`ê nîvro bû. Hejmara şehîdan gihaştibû 101’kesî. Wê demê cenazeyê mamsote Zozan Bîlal di nav parçeyek erd de ku ji bo definkirina şehîdan hatibû diyarkirin, tê veşartin.

Jiyan wiha domand: "Şênî bi tevahiya erka ku ji wan dihat xwestin, radibûn. Bi erebeyên xwe birîndar radikirin nexweşxaneyan."

‘Mirov nikare hovîtiya bûyerên wê demê wesif bike’

Piştî ku Jiyan vedigere Helebê, soza tolhildanê ji bo hevala xwe dide. Di meha Sibata 2016`an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Wê demê bang li şêniyan hate kirin ku alîkariya şervanan bikin.  Jiyan bi lez çek radike û alîkariya şervanên di eniyan de dike. Piştî berxwedana 4 mehan serkeftin pêk tê. Jiyan tekez dike ku soza tolhidanê ya ku ji bo hevala xwe daye di serkeftina berxwedanê de li dijî çeteyan anî cih.

Jiyan komkujiya Kobanê ku di encamê de gelek xizmên wê şehîd ketine di nav de malbatek bi tevahiya 6 endamên xwe şermezar kir. Di nava malbatê de pitik, jin û temenmezin jî hebûn.

Di dawiyê de Jiyan got: "Dema bûyerên komkujiyê tînim bîra xwe, ez nikarim hovîtiya bûyerê, atmosfera ku di wê demê de serwer bû û cenazeyên sivîlan wesif bikim."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din