Li Şera û Babê 5 çete hatin kuştin

HRE’ê bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên xwe yên dawîn de agahî dan. HRE’ê diyar kir ku li Şera û Babê 5 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji hêla hêzên  wan ve di 27’ê Gulanê (duh) de li Şera û Babê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakî li dar xistine û di  van çalakiyan de 5 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne. Her wiha HRE’yê nasnameyên 2 çeteyên kuştî û yekî birîndar jî eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me bi 2 çalakiyên cuda li navçeya Şera û herêma Babê çeteyên dewleta dagirker a Tirk kirin armanc. Di vê çarçoveyê de;

Di 27’ê Gulanê de, hêzên me bi çalakiyeke nuqteyekî çeteyên bi navê El-Cebhe El-Şamiyê li gundê Vêlat El-Qadî yê girêdayî navçeya Şera kir armanc, di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di heman dîrokê de, hêzên me bi çalakiyeke sabotajê erebeyeke leşkerî ya çeteyên Ehrar El-Şam li gundê Hizwan ê girêdayî herêma Babê kir armanc, di encamê de erebe hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Nasnameyên 2 ji çeteyên hatin kuştin wiha ne: Elî Eyob û Ridiwan Şobek, navê çeteyê birîndar jî Mistefa Xemîs e.”


Mijarên Din