Li Şerayê mayinek teqiya: 3 çete hatin kuştin

Duh li nêzikî gundê Malikiye yê navçeya Şera mayinek teqiya. Di encama wê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kir ku duh mayinek bi erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li gundê Malikiye yê navçeya Şera ya Efrînê ve teqiya.

Li gorî çavkaniyan, di encama wê de 3 çete hatin kuştin û çend çete jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA

 

 


Mijarên Din