Li Şergirak a Eyn Îsa çi dibe?

Di nav lihevkirina Tirkiyê bi Rûsyayê re artêşa Tirk a dagirker ji depoyên genim ên gundê Şergirakê vekişiya. Ji duh ve hêzên rûsî û rejîma Sûriyê berê xwe dan herêmê, ji bo ku mayînan bê bandor bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 17’ê Cotmehê de girêkî gundê Şergirakê û depoyên wê yên genim dagir kirin. Dagirkeran li dora depoyan mayîn çandin. Ev depo ji mezintirîn depoyên kantona Girê Spî û Eyn Îsayê tên hesibandin û têra 120 hezar ton genim dike.

Gundê Şergirakê û depoyên wê yên genim bi 15 km dikevin bakur rojhilatê navçeya Eyn Îsayê. Ev der li ser rêya navdewletî ya M4e û xwedî cihek stratejîk e. Ev der di heman deme de di navbera Eyn Îsa û kantona Girê Spî de ye.

Piştî ku depo hatin dagirkirin, di hûndirê depoyên Şergirakê de rêzehevdîtin û civîn di navbera hêzên Rûsî û artêşa Tirk a dagirker de hatin li darxistin. Lê encamên wan hevdîtinan heya niha jî nehatiye eşkerekirin. Dewleta tirk a dagirker û hêzên Rusya dewriyên hevpar di navbera depoyên Şergirak û depoyên Aliya de li ser rêya navdewletî avêtin.

Duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji depoyên Şergirakê xwe vekişandin. Lê li gori hin çavkaniyên herêma heta niha jî carcaran hatin û çûyîna eskerê dewleta dagirker a tirk û çeteyên wan a sewama şergirak berdewam dike.

Di dîmenên ku hatine kişandin de xuya bû ku tanka dawîn a Tirkiyê ji bakurê depoyan ber bi gundên Serêkaniyê ve vekişiyan. Ji aliyekî din ve du tankên Rûsî li nêzî depoyan li ser rêya navdewletî bûn.

Her wiha tank û wesayîtên Rûsî li bakurê depoyan bi cih bûbûn û hejmarek seyareyên leşkerî yên bi tîpên tireks bendên axî ji dora depoyan radikirin.

Girêdayî mijarê endamek Meclisa navçeya Eyn Îsayê destnîşan kir ku karmendên depoyên Şergirakê çûne depoyan ji bo ku miqdara genim kontrol bikin û vegerin karê xwe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê depoyên gundê Şergirakê wek depoyek stratejîk bi armanca ku genim ji aşan re peyda bike û li firnan belav bike bi kar dianî. Her wiha tov ji cotkaran re peyda dikir. Beriya dagirkirina artêşa Tirk a dagirker di depoyan de 9 hezar ton genim hebû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din