Li Serêkaniyê çete ji ber beyteriyê li hev rabûn

Hate diyarkirin ku sedama teqîna li bajarokê Til Helefê ya rojavayê bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî pevçûna çeteyan bû.

Li bajarokê Til Helefa rojavayê bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî motorsîklêtek û mayînek teqiyan. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Çavkaniyan diyar kirin ku sedema teqînê nakokiyên  di navbera çeteyên "El-Hemzat" û "Melek Şah" yê li ser beşê beyterê bû.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî teqînê alozî li herêmê derket, herdu aliyên çeteyên hêza xwe li herêmê zêde kirin. Her wiha diyar kirin ku tirs di nav şêniyên de belav bû.

ANHA


Mijarên Din