Li Serêkaniyê çeteyên DAIŞ'ê hatin dîtin

Malperên tevna civakî dîmeneke ji xwepêşandekê li Serêkaniyê parve kir, di dîmenê de ala DAIŞ'ê xuya ye.

Malperên tevna civakî, dîmenên xwepêşandanê li Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, li dijî Fransayê parve kirin. Di xwepêşandanê de ala çeteyên DAIŞ'ê eşkere hatiya hildan. Ev yek îsbat dike ku çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê hene.

Ajansa me û gelek dezgehên ragihandinê gelek nûçeyên girêdayî hebûna çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê û Girê Spî weşandibûn, bi taybetî di dema êrişên Tirkiya ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê ku di 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kiribûn.

 


Mijarên Din