Li Serêkaniyê civînek ji şêniyan re hate li darxistin

Meclisa navçeya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê civînek berfireh ji şêniyên navçeyê re bi armanca guhdarkirina pirsgirêkên şêniyan di warên civakî, tenduristî, hundirîn û xedemî de orgenîze kir.

Civîn li parka şehîd Bêrîvan a li taxa Ronahî ya bajarê Serêkaniyê bi tevlibûna bi sedan ji şêniyên bajarê Serêkaniyê û bajarokên girêdayî wê tevî tevahiya endamên navendan, saziyên sivîl ên bajêr, nûnerên dest û komîteyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di nav de nûnerê Desteya Rêxistinan Xalid Ibarhîm, Desteya Hundirîn Hemrîn Elî, Desteya Perwerdeyê Semîre Hec Elî, Desteya Şaredariyan Ebdulxefûr Oso, Desteya tenduristiyê Dirbas Meimî û hevseroka meclisa kantona Hesekê Ebdulxenî Oso li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre nûnerê Desteya Karûbarên Rêxistinan Xalid Ibrahîm behsa rewşa siyasî ya herêmê û guhertinên rû didin kir. her wiha girîngiya hevgirtina di navbera tevahiya pêkhateyab de di çarçoveya biratiya gelan de kir.

Ibrahîm bang li şêniyan kir ku ji makenîzmeya ewlehiya sînoran netirsin û destnîşan kirk u dê bikeve xizmeta ewlehiya herêmê. ibrahîm tekez kir ku herêma ewle dê di bin çavdêriya şêniyan û parastina wan be.

Nûnerên destyên din makenîzmeya karên xwe di herêmê de û awayên çareserkirina pirsgirêkên civakî, tenduristî, ewlehî û xizmetguzarî ku rastî şêniyan tên şîrove kirin.

Piştre deriyê nîqaş ji beşdaran re girêdayî gilî û gazincên wan û pirsgirêkên ku rastî wan tê hate vekirin.

Ji aliyê xwe ve nûnerên desteyan tekez kirin ew ê daxwazên tevahiyan şêniyan bigihînin aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser da ku binirxînin û girtekên pêwîst bigirin.

Civînek mîna vê duh li navçeya Zergan a girêdayî Serêkaniyê  hate lidarxistin û dê mîna van civînan li navçeyên cuda yên herêma Cizîrê li darkevin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din