Li Serêkaniyê dewriyeyên hevbeş ên DYA û Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê

Hêzên DYA’yê û yên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê li ser xeta sînorê herêma Serêkaniyê dest bi dewriyeyên hevbeş kir.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewriyeya hevbeş ji 4 panzêrên hêzên DYA’yê û 3 erebeyên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê pêk tê û îro derketin ser sînorê bajarê Serêkaniyê.

Dewriyeya hevbeş ji baregeha Koalîsoyna Navdewletî ya li gundê Til Erqem yê bajarokê Til Helef derket û ber bi gundê Ebû Cerade yê rojavayê bajarê Serêkaniyê ve çû. Paşê berê xwe da xeta sînor.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku piştî rewşa sînor ji gundê Mextelê yê rojavayê bajarê Serêkaniyê hat diyarkirin, dewriyeya hevbeş ber bi gundên Xirbet Benat, Til Xenzîr û Mebrûke ve çû.

Dewriyeyên hevbeş piştî lihevkirina di navbera DYA, Tirkiye û QSD`ê de der barê parastina sînor û vekişandina şervanên YPJ/YPG`ê, çekên wan ji ser sînor û girtina xendekan, pêk hat.

(bx)

ANHA


Mijarên Din