Li Serêkaniyê du kesên nenas welatiyek birîndar kirin

Li bajarê Serêkaniyê du kesan ku rûyê xwe girtibûn li ser motorsêklêtekê gule li welatiyekî reşandin û reviyan.

Bûyer saet 22:00‘an li taxa Hewarê ya nêz Baxçeyê 4‘ê Nîsanê qewimî. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, du kesan ku rûyê girtibûn li motorsêklêtekê siwar bibûn bi demançeyek bêdeng 3 gule li kesê bi navê "Ebdo Şêx Silêman" reşand û ew birîndar kirin, paşê jî reviyan.

Şêniyan Ebdo rakirin nexweşxaneyê, tê gotin ku birîna wî giran e.

Hêzên Asayîşê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

ANHA


Mijarên Din