​​​​​​​Li Serêkaniyê nakokiyên nava çeteyan zêde bûne

Nakokiyên di navbera komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de yên ji ber nelihevkirinên li ser talankirin û dabeşkirina milkên sivîlan, zêde dibin. Hin çavkaniyan piştrast kir ku şer û teqînên ku di nava çeteyan de pêk tên, ji ber bêbaweriya wan bi hev e.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê û gundewarên wê jj aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" ve dawiya sala par, rojane li gund û bajarokên Serêkaniyê ji ber nelihevkirinên li ser dabeşkirina milkên sivîlan û neqebûlkirina wan ji hev re, şer heye.

Ji ber pevçûnên rojane û teqînên ku ji ber tunebûna ewlehiyê li herêmên serweriya çeteyan pêk tên, sivîlên wan herêman bi dîmenên şer û xwînê re rû bi rû mane. Tirkiye hewl dide ku komên çeteyên ku piştgiriya xwe ji MÎT`ê digirin, li herêmê serwer bin.

ÇETEYAN TAX Û GUNDÊN SERÊKANIYÊ DI NAVA DE PARVE KIRINE

Şêniyê ji Serêkaniyê yê bi navê "Y. H." ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ji ANHA`yê re wiha da zanîn: "Her taxeke Serêkaniyê di bin serweriya komeke çeteyan de ye. Ew gundan di nava xwe de parve dikin. Nakokiyên wan ên li ser dabeşkirin û talankirina milkên sivîlan û ferzkirina bacan, bi awayekî eşkere xuya dibin."

Piştî ku dewleta Tirk dest li kar û barên Lîbyayê werda û bi hezaran çete ji bo şerê li kêleka hikumeta El-Serac şand Lîbyayê, nakokiyên di navbera çeteyan de zêde bûn. Hinekan nexwest biçin Lîbyayê û şer bikin, ku di nava wan de komên çete yên niha li Serêkaniyê û gundewarên wê, hene.

KOMÊN YEKSER GIRÊDAYÎ MÎT`Ê DERBASÎ HERÊMÊ HATIN KIRIN

Piştî redkirina çeteyan, artêşa Tirk a dagirker ji bo kontrolkirina hemû hêzên leşkerî yên li herêmên dagirkirî ji Serêkaniyê heta Girê Spî, hejmareke komên ku yekser girêdayî MÎT`a Tirk derbasî herêmê kir û wekî berpirsiyara hemû hêzên leşkerî yên li herêmê nîşan da.

Piştî vê hewldana dewleta Tirk gelek nakokî derketin û çalakiyên tolhildana çeteyan ji hev zêde bûn û gihîşt asta teqandina erebeyan.

ʽÇETE BI RÊYA TEQEMENÎ Û ÇANDINA MAYÎNAN TOLA XWE JI HEV HILTÎNINʼ

"Y. H." dibêje: "Vê dawiyê komên çete bi rêya teqemenî û çandina mayînan di erebeyan de, tola xwe ji hev hildanîn. Ji destpêka dagirkirina bajêr û gundên wê ve û heta niha, tevlîheviya ewlekariyê heye. Ji ber wê rewşa tevlîheviyê, neîstiqrarê û metirsiyê li ser jiyana sivîlan serwer e."

Nûçegihanê ANHA`yê yê li navçeya Til Temir û gundên wê destnîşan kir ku ji beriya demekê ve, komên çete rojane li gundên navçeya Til Temirê û gundên navçeya Zirganê bi hev dikevin. Her wiha diyar kir ku sedema pevçûnên çeteyan, nakokiyên li ser milkên sivîlan ên hatine dizîn e.

Di şerên çeteyan de hemû cureyên çekên giran û sivik, hin caran jî tank û hawan tên bikaranîn.

Ajansa nûçeyan a Hawarê di vê Îlonê de teqandina du erebeyan ji aliyê çeteyan ve, belge kir, ku yek li gundê Rêhaniyê yê bakur rojavayê Til Temirê û ya din li gundê Um Şiêfe yê rojavayê navçeya Zirganê bû û bi wan erebeyan nuqteyên leşkerî û kombûnên çeteyan hatibûn hedefgirtin.

BÊBAWERÎ DI NAVA ÇETEYAN DE SERWER E

Çavkaniyekî ku ji ber tirsa çeteyan xwe bi "R. D." bi nav kir ji nûçegihanê ANHA`yê re piştrast kir ku rewşeke bêbaweriyê di nava çeteyên li hundir û derveyî Serêkaniyê de, serwer e. Her wiha destnîşan kir ku komên çete ji tirsa teqînan, hejmara çeteyên ku parastina nuqteyên leşkerî dikin zêde kirine.

Çavkanî daxuyand ku hemû nûçeyên têkildarî valakirina Serêkaniyê ji hêzên leşkerî ku çeteyan belav kirine, derew in. Her wiha çeteyan taxên bajêr ji nû ve di navbera xwe de parve kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din