Li Serêkaniyê Navenda Piştevaniya Dirûnî hat vekirin

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê bi armanca piştevaniya dirûnî bi navê "Şehîd Amara" Navenda Piştevaniya Dirûnî li bajarê Serêkaniyê vekir.

Di rewşa heyî de ji şer û êrîşên ku bandoreke neyenî li ser dirûniya mirovan dike û bi armanca desteka dirûnî Desteya Jinan a Herêma Cizîrê bi koordîneya Komîteya Jinan a Serêkaniyê Navenda Şehîd Amara ya Piştgiriya Dirûnî bi merasîmekê vekir.

Navenda Şehîd ji beşên "Şêwermendiya malbatî û destgirtîbûnê, destwerdana lezgîn a dirûnî" pêk tê, her wiha dê semîner û perwerdeyên zanistî ji aliyê jinên pispor di aliyê dirûnî de werin dayîn.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Jiyan Tolhildan, Eyşe Ferhan ve hate vekirin. Dayika Şehîd vekirina navendê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji desteyê re xwest.

Paşê cîgira Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Wela El-Axa û Rêvebira Komîteya Perwerde Selwa Salih jî axivîn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin. Her wiha destnîşan kirin ku Ocalan ji bo azadiya civakê tê dikoşe û banga parastina mafê jinan dike.

Merasîm bi gerandina govendan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din