Li Serêkaniyê semînera hişyarkirina ji mayînan

Bi wesîleya Roja Rakirina Mayînan Cîhanê ya, Rêxistina RAMCO ya rakirina mayînan semînerek li ser hişyarkirina ji xeteriya mayînan da.

Rêxistina RAMCO ya rakirina mayînan bi boneya Roja Rakirina Mayînan a Cîhanê semînerek li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî da.

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî semînerê bûn.

Endamê Rêxistina RAMCO ya Rakirina Mayînan Heval Mihemed, rêxistin û erka edamên wê şîrove kir.

Paşê, Rêveberê Beşê Hişyarkirinê yê Rêxistina RAMCO Fewaz Mihemed jî girîngiya karê beşê hişyarkirinê di civakê de diyar kir û got, 3 ekîpên beş hene û bi rêya dayîna semîneran welatiyan hişyar dikin. Fewaz her wiha bi berfirehî rengên mayînan û asta xeteriyan wan şîrove kir.

Şêwirmendê Teknîkê yê rêxistinê Kawa Îbê jî nîşaneyên hişyarkirinê yên cihên mayînan diyar dike şîrove kirin û mekanîzmeya karê xwe destnîşan kir.

Rêvebirên Beşê Rakirina Mayînan Xabir Şêx û Mustefa Salih cûreyên mayînan pênase kirin û bang li welatiyan kirin ku heger tiştên bê guman dîtin aliyên têkildar agahdar bikin.

Piştre jî senevîzyonek li ser xebatên rêxistinê li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ hatin rizgarkirin, hate pêşandan.

Di dawiya semînerê de belavokên hişyarkirinê ji mayînan li beşdaran hatin belavkirin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye, Rêxistina Ramco, rêxistineke herêmî û sivîl e, ji sala 2016‘an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebateke û heta niha 15 hezar mayîn bê bandor kirine.

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn