Li Serêkaniyê şerê di navbera çeteyan de dijwar dibe: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî şerê di navbera çeteyên Sultan Murad û çeteyên koma El-Hemzat de didomin. Di encamê de jinek jiyana xwe ji dest da û zirar bi malên sivîlna çêbûn.

Çeteyên Koma El-Hemzat û Sultan Murad ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li taxa Mehatayê ya bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bi hev ketibûn. Şer fireh bû û gihaşt gelek taxan. Şer li ser desteserkirina malên sivîlan derket.

Çavkaniyan ji Serêkaniyê ragihand ku şer di saet 15:45`an de rû de û heta niha berdewam e. Di şer de her du aliyan çekên giran û topavêjên RBC û hawin bi kar anîn.

Çavkanî destnîşan kir ku di encamê de jinek jiyana xwe ji dest da, zirar gihaşt malên sivîlan  û gelek kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.

(şx)

 


Mijarên Din