Li Serêkaniyê şervanên QSD`ê li dagirkeran dan: 3 êrîşkar hatin kuştin

Şervanên QSD`ê yên li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dide, hewldana dagirkeran a derbasbûna bajarê Serêkaniyê têk birin. Di şer de 3 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend kêliyan ji aliyê rojava ve bi 3 panzêran êrîşî birin ser bajarê Serêkaniyê.

Şervanên QSD`ê berisva êrîşan dan û şer rû da.

Di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn û yên mayî reviyan.

(bb)

ANHA


Mijarên Din