Li Serêkaniyê tankereke bombebarkirî hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Serêkaniyê tankereke avê bombebarkirî,  bêbandor kir.

 Tîmên Endizyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê tankereke avê, bombebarkirî, bê bandaor kir.

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku di tankerê de miqdareke teqemî hatibûn bicihkirin û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve  li gundê Menacîr ê rojavayê bajêr hate bê bandarkirin.

Di wêne û dîmenê teqemeniya di tankerê de hatibû bicihkirin diyar dibe.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro sibehê erebeyeke din ji cureya "Van" li ser rêya deboyên El-Sefih ku ji bo teqandinê hatibû amade kirin, bê bandor kir.

ANHA


Mijarên Din