Li Serêkaniyê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li  bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî erebeyeke bomebebarkirî teqiya. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ANHA'yê, erebeyeke bomebebarkirî nêzî hola Emîn a şahiyan a rojavayê bajarê Serêkaniyê li ser rêya Til Temirê teqiya.

Çavkaniyan destnîşan kir ku teqîn saet derdora 18:30'an de li nêzî malekê çêbû. Di encamê te kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û hejmarek zarok jî birîndar bû.

Çavkaniyan gotin, birîndar rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê û nexweşxaneyên Tirkiyê.

Li bajaêr Serêkaniyê alozî heye. Gelek caran komên çete li ser parvekirina milkên sivîlan pev dikevin.

Beriya du rojan jî çete li ser kontrolkirina navenda Beyterî ya li bajarokê Til Helefê pev ketin û du teqîn çêbûn.

ANHA


Mijarên Din