Li Serêkaniyê zarokek mir û du jî bi jehrî ketin!

Li bajarokê Til Helef ê girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê zarokek ji ber ku midarek zêde ji dermana kuxikê vexwariyê jiyana xwe ji dest da û du zarokên din bi jehrî ketin.

Îro 3 zarokên ji bajarokê Til Helefê ji ber miqdara zêde ya dermana kuxikê (Bactomed ) bi jehrî ketin û ji nexweşxaneyên Serêkaniyê re hatin rakirin.

Nûnegihanê ajansa me li ser zimanê rêveberiya nexweşxaneya Roj ragihand ku zaroka bi navê Sûad El-Layih ya du salî jiyana xwe ji dest da û her du birayên wê Cînan û Hisên jî ku heman derman bi kar anîne, bi jehrî ketin. Herdu zarok ji bo nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê re hatin vegihestin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din