Li Silêmaniyê di 24 saetên dawî de 101 kes bi vîrusê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê  ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê di 24 saetên dawî de 101 kesên bi Koronavîrusê  ketine.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de hate gotin, di 24 saetên dawî de li parêzgeha Silêmaniyê 101 kesên bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.

Li gorî daxuyaniyê ji kesên bi Koronayê ketine, 51 kes niştecihên Pênciwên, 42 kes niştecihên Silêmanî, 3 kes niştecihên Warmaw, 1 kes niştecihê Kelar, 1 kes niştecihê Kifrî, 1 kes niştecihê Xaneqîn, 1 kes ji parêzgeha Helebce û kesek jî rûniştvanê bajarê Bexda ye.


Mijarên Din