Li Silêmaniyê ji bo Mûzeya Kobanê xebatek kolektif

Ji bo xebata Mûzeya Kobanê du hunermed ji İsvîçre hatibûn Başûrê Kurdistanê da ku biçin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê hunermedan nekarî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên derbasî herêmê bibin û man li Başûrê Kurdistanê. Hunermedan jî li Başûrê Kurdistanê îmze avêtin binê xebatek hunerî.

Hunermendên endamên Komela Mesela, Ozlem Yaşar û Werner Neushaus ji bo xebatên Mûzeya Kobanê hatibûn Başûrê Kurdistanê da ku derbasî Rojava bibin. Lê ji ber ku destûr nehat dayîn da ku biçin Rojava li bajarê Silêmaniyê îzme avêtin binê xebatek bi wate. Bi serkêşiya herdu hunermendan, 20 hunermendan lewheyên ji axezerê çêkirin û îmze avêtin binê berhemên giring. Piştî ku xebatan wan bi dawî bibe, dê berhemên wan bên şandina Mûzeya Kobanê ji bo bên pêşandan.

Hunermend Ozlem Yaşar û peykertiraş Werner Neushaus di meha Îlonê de ji bo xebatên Mûzeya Kobanê bidin meşandin hatin Başûrê Kurdistanê. Ozlem Yaşar û Werner Neushaus, ji bo derbasî Rojava bibin bi rojan hewl dan. Lê ji ber destûr nehat dayîn nekarîn derbas bibin. Piştî wê di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, bi wê re jî derbasbûna herdu hunermendan ji Rojava re bêderfet bû.

Derbasî Kobanê nebûn lê…

Piştî ku herdu hunermendan fêm kirin ku nikarin derbasî Rojava bibin, ji Hewlêrê hatin Silêmaniyê da ku bizivirin İsvîçre yê. Piştî ku herdu hunermend hatin Silêmaniyê, fikirîn ka dê bikaribin li Silêmaniyê ji bo Mûzeya Kobanê tiştekî bikin an ne û dest ji biryara çûyîna İsvîçreyê berdan. Herdu hunermedan li ser toreya civakî û kargehên hunerî re xwe gihandin gelek hunermendan, bi wan re li ser xebatên ku ji Mûzeya Kobanê nîqaş kirin. Herdukan bi rojan bi derfetên xwe xebat dan maşandin û komek ji 20 hunermandan ava kirin. Komê ji bo rêvebirina xebatan dest bi nîqaşan kirin.

Ji herkesî tiştek heye     

Herdu hunermendên ku ji bo vegerin Îsvîçre ji Hewlêrê hatibûn Silêmaniyê, bi komek mezin a hunermedan re îmze avêtin xebatek pir giring. Ozlem Yaşar û Werner Neushaus diyar kirin ku wan qet nedifikirî ku dê piştgiriyek evqas mezin bigirin, ji bo ku dest bi xebatek wisa bi wate kirine pir keyfxweş in. Herdu hunermendan gotin ku di nava xebatê de ji herkesi parçeyek, sembolek û îmzeyek heye.

Her tişt ji bo Mûzeya Kobanê

Li rexma hemû zehmetiyan Ozlem Yaşar û Werner Neushaus îmze avêtin binê xebatek bi wate. Di encam de di 3’ê Mijdarê de li Parka Azadî, bi kedek mezin di bin navê “Xuya (Diyar)” de dest bi xebatê kirin. Xebata ku dê wan li Kobanê bikiriban hema xebat li Silêmaniyê destpê kirin. Koma ku biryar dabû bi axezerê lewheyan çêbike, li Parka Azadî bi tevlîbûna hunermend û gel bi rojan gelek lewleyên bi axezerê yên bi wate çêkirin.

Tiştên hatine jiyîn li ser lewheyên ji axezerê ne

Herdu hunermedan gotin ku ew dixwazin ji Başûr tiştna derbasî Kobanê bikin, gel û hunermedan li ser Rojava û li ser Silêmaniyê lewheyên bi wate derxistin holê. Ma çi di nava lewheyan de nîne; axa gora helbestvanê Kurd ê binav û deng Şêrko Bêkes tevlî axezera lewheyê kirin, li ser lewheyê helbestên Şêrko Bêkes hatin nivîsîn, peykertiraşê Kurd ê nav û deng Bextiyar Helepçe li ser lewhê jinek ducanî neqişand û dayîkbûna zehmet a li ser vê axê da nîşan. Werner Neushaus li ser lewheyê “Qîrîna Rojava”, peykertiraşê Kurd Osman Ahmed koçberbûna Kurdan a ji dest qirkirinan, xetên ku kesên ji Rojava koçber bûne û mesajên ji bo Rojava hatin dayîn, cih li ser lewheyan girtin. Êrîşên dagirkeriyên ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nehatin jibîrkirin. Li ser lewheyan mesajên gel ên “Rojava biparêz in”, “Mirasê mirovahiyê Rojava”, “Rê nedin dagirkeriyê” cih girtin. Dîsa lewheyên ji bo Vedat Erdemci ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê de şehîd bibû, hat çêkirin.

Li ser lewheyan “Wek çûkan bifire”, “Ji bo hevalê me Vedat” hat nivîsîn.

Wê proje bidom e

Xebata kolektif a lewheyan ku li Silêmaniyê Parka Azadî tê meşandin dê heta 21’ê Mijdarê bidom e. Dê di 21’ê Mijdarê de li Enstûtiya Kurdolojiyê were pêşandan. Dê di pêşangehê de hinek lewheyên ji axezerê werin firotin û pereyê ku were komkirin jî dê ji Mûzeya Kobanê re bê şandin. Dê ev proje bi heman şêweyî ji bo Mûzeya Kobanê li Rojhilat, Bakur û Rojava jî were çêkirin. Dîsa di 16’ê Adarê roja salvegera Komkujiya Helepçeyê, li Helepçeyê jî xebatek bi vî şêweyî were rêvebirin. Berhemên ku di vê xebatê de werin bidestxistin dê ji Mûzeya Kobanê re werin şandin.

Yek ji rêveberên vê projeye û rêvebera Komeleya Mesela Ozlem Yaşar, xebatên ku dane meşandin nirxandin.

Dagirkerî jî nehat jibîrkirin

Ozlemê got: “Dema ku em hatin Silêmaniyê me got em dikarin ji bo Kobanê tiştekî bikink. Ji beriya wê bi ti hunermend û berpirsyaran re têkiliyên me nebûn. Me xwe li ser malperên înternetê gihand hunermendan. Me li Silêmaniyê xwe gihand Galeriya hunerê Zana Resûl. Gelo em ê bikarin projeya ku em dixwazin li Kobanê çêbikin, li vir bidin meşandin? Gelo em ê çawa xebatên ku ji bo Mûzeya Kobanê bidin meşandin di demek kurt de  li vir pêkbînin? me ev tişt difikirîn. Li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên xurt hatin nişandan. Boykot, û çalakî hatin lidarxistin. Em jî fikirîn, li bir zemînek heye, tiştên ku em ji bo Kobanê difikirîn dikarin liv ir bidin meşandin.”

Me xwest bi “Xuya” bêjin em li vir in

Ozlem diyar kir, ew demek dirêj fikirîn ku çi nav li xebata xwe bikin û wiha axivî: “Li Başûrê Kurdistanê jî gelek komkujî hatin jiyîn. Çawa ku cîhan hemû li hember komkujiyên ku li Başûrê Kurdistanê dihatin kirin bêdeng bû, niha jî cîhan li hember komkujiyên ku li ser Kurdan tên kirin bêdeng e. Me wek Kurd xwest bêjin em li vir in. Em wek Kurd hene, lê naxwazin me bibînin. Lewma jî me xwest navê “Xuya” li vê projeyê bikin. Me xwest bi “Xuya” bêjin em li vir in. Me xwest em vê xuyabûnê hinek din derxin pêş, piştgiriya Kurdan a bi hev re, xwedî rihek yekîtî bi Rojava re yekbûnekî çêbikin. Di navbera me de diwar û sinorên ku emperyalîzmê lêkirine hene, lê di dil de, di mejî de em yekin û heman hestan dijîn û parve dikin.”

‘Me di xebata xwe de axezer bikar anî’

Ozlem got: “Em fikirîn ku em ê projeyê di demê pêş de çawa bidomîn in? Em ê çi bikar bînin? Li Kobanê axezera ku me dixwest bikar bînin hebû. Wek ax me ew nirxandibû. Me dixwest li Kobanê hinek be jî rê li ber betonbûyînê bigirin. Bi teknîkên wek axezerê nirxê mimariyek ekolojik bidin pêş û bidin nîqaşkirin. Dema ku em neçûn Kobanê me got em ê vê yekê li bikin.  Me bikaranîna axezerê karên giring kirin. Em xwest bi civakbûnê vî karî bikin. Me xwest mirov jî tiştek ji xwe tevlî vî karî bikin. Kesên ku beşdarî xebatê bûn tiştek ji xwe tevlî xebatê kirin. Ji bo cih dîtinê, çadir vedan, axezer anînê me pir ked da. Me bi modelek kolektif xebata xwe da meşandin. Me ev tiştên fikirîn li Parka Azadî kirin meryetê.”

Wateyek mezin a Mûzeya Kobanê heye

Ozlem destnîşan kir ku armanca wan ne tenê lewheyek ji axezerê çêkirin û çûyîne û gotinên xwe wiha domand: “Me xwest rihek kolektif bişînin Rojava û Mûzeya Kobanê bikin. Ji bo me Kurdan giringiyek mezin a Mûzeya Kobanê heye. Ji herçar parçeyên Kurdistanê şehîd hene, Kobanê rewşa yekbûna rihê Kurdan e. Wateyek mezin a sembolî heye. Heman demê de ji bo gelên cîhanê jî xwedî wateyek mezin e. Perspektîf û alternatîvek baş pêşkêş dike. Me xwest ji axa Başûr hinek tişt herin wir. Ewqas tiştên ku li Başûr jî hatine jiyîn hene; Helebçe, Enfal, Barzan û gelek komkujiyên din hatine jiyîn. Ev hemû komkujî jî di demek nêz de hatine kirin. Dibe ku niha mirov li Rojava dinerin û rabirdûya xwe libîr tînin. Min ev li vir jî dît. Di giftogoyên me kirin de, mirovan digotin “me ev li Enfalê jiya, em zarokbûn me ev dît”. Li ser vî bingehî jî ez difikirim ku gelê vir Rojava baş fêm dike. Ev hemû tişt di lewleyên ku hatin çêkirin de jî tê dîtin. Di lewleyên ku hatin çêkirin de, kesên ku ji Rojava koçber bûne êşên xwe xêz kirin. Dibêjin “Rojava biparêzin, komkujiya li Rojava rawestînin. Tiştên ku ji Rojava têgihiştine di lewheyan de dan nişandan.”

Giringiyek cuda ya Parka Azadî jî heye

Ozlem anî ziman ku di xebatên wan de giringiyek cuda ya Parka Azadî jî heye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Qada ku Seddam mirov lê dikuşt  û di êşkenceyan re derbas dikir, niha wek Parka Azadî tê bikaranîn. Ez di wê baweriyê de me ku di demê pêş de li Kobanê, Rojava û  Şengalê jî cihên ku ji bo komkujiyan hatine bikaranîn, wek Parka Azadî ji bo mirov bîranînên xwe li bîr bînin û di heman demê de wek cihek huzurê jî bi kar bînin. Ji ber ku Parka Azadî ne cihek ewqas sivike. Bûye parka çand û gel.”

(bm)


Mijarên Din