Li Şirnexê kontrayek hate kuştin

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Şirnexê çalakiyeke  sûîqastê pêk aniye û di encamê de kontrayek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li Şirnexê çalakiyeke  sûîqastê pêk aniye û di encama wê de kontrayek hatiye kuştin.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

“19'ê Nîsanê saet di 01:00’ê şevê de, li dijî komeke leşkerên artêşa TC a dagirker ku li ser rêya di navbera Şirnex û Cizîrê de bû, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de ku li herêma Botanê didome, çalakiyeke sûîqastê kir. Di çalakiyê de kontrayek hate kuştin. Di vê çalakiyê de hêzên me zirar nedît.”


Mijarên Din