Li sûka Hesekê agir bi 4 dikanan ket

Li kolana El-Hemewiye ya li sûka bajarê Hesekê agir bi 4 dikanan ket. Tîma agirkujiyê agirê ku bi 4 dikanên kincan ketibû, vemirand.

Li sûka navendî ya bajarê Hesekê saet di 05:00’an de şewatek çêbû û tîma agirkujiyê gihîşt cihê ku agir pê ketibû. Şewatê li kolana El-Hemewiyê rû da û li gorî tîma agirkujiyê sedema vêketina agir ew e ku têlên kehrebeyê gihaştine hev.

Tîma agirkujiyê diyar kir ku di 3 saetan de şewat hate kontrolkirin û di encamê de 4 dikanên cil û bergan şewitîn.

Rêveberiya tîma agirkujiyê daxuyand ku ziyan tenê madî bûn û wan karîbû zû şewatê vemirînin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din