​​​​​​​Li sûkên gerok hemû pêdiviyên şêniyên peyda dibin

Ji ber erzanbûna nirxên kelûpelên wê û ji ber ku her tişt lê peyda dibin, sûkên gerok rastî eleqeyek mezin ê şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa tên.

Bi daketina nirxên lîrayê Sûrî li beramberî dolar nirxên kelûpelan bilind bûn. Lewra elaqeya şêniyan a bi sûkên gerok ku her rojekê li cihekî tê danîn û bi navê wê rojê tê naskirin, zêde dibe. Li van sûkan nirxên kelûpelan wî erzantir e.

Li navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo sûka Sêşemê heye.

Kamîreya ANHA‘yê di nav sûkê de geriya û nêrînên hin şênî û firoşkaran girt.

Sûk li qadek berfireh di orta hemû taxan de ye û nêzî sûka bajar e. Şaredariya Gel ev cih ji bo vê sûkê diyar kiriye.

 

Sûk saetên serê sibeha heta ber êvarî vekiriye. Hema bêje şênî hemû pêwîstiyên xwe ji şînkahî, cil, caw û hwd ji vê sûkê dikirin ji ber ku nirxên kelûpelên wê li gorî sûka bajêr û dukanan erzan in.

Şêniyên ku tên vê sûkê diyar dikin ku her tişt li vê sûkê heye û buhayê wê kêm e.

Ednan Sadiq ê firoşkar dibêje ku şênî dikarin hemû pêwîstiyên xwe yên malê bi buhayê erzan ji sûka gel peyda dikin û anî ziman ku: "Buhayên kelûpelan li sûkên normal ji bo hemwelatiye bilind e. Lewra hemwelatî diçin sûkên gerok da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin, ji bo buhayan em jî bi wan re dibin alîkar."

ANHA


Mijarên Din