Li sînorê Xezayê 46 filistînî birîndar bûn

46 welatiyên Filistînê ku beşdarî çalakiyên "Meşên Vegerê Û Rakirina Dorpêçê" bibûn bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Çalakiya îro bi navê " Ji tevlîkirina Difeya Xerbî ji bo Îsraîlê re na" hatibû lidarxistin.

Nûçegihanê me ku agahî ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê girtiye diyar kir 46 filistînî birîndar bûn, di nav de  zarokek û 3 xebatkarên tenduristiyê hebûn.

Nûçegihanê me diyar kir girseyek mezin beşdarî çalakiyên li ser sînorê Xezayê bûn û ragihand ku çalakger ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi fîşekan û gazên rûdikrijê hatin hedefkirin.

Balyozê berê yê DYA‘yê li Îsraîlê David Feridman gotibû "Mafê Îsraîlê heye ku Difeya Rojava tevlî Îsraîlê bike". Li ser vê yekê Desteya Bilind a Meşên Vegerê û Rakirina Dorpêçe çalakiya îro bi navê "Ji tevlîbûna Difeya Rojava ji bo Îsraîlê re na" lidar xist.

Berdevkê Tevgera Hemasê Ebdulletîf El-Qanû got, meşên vegerê berdewa e  û çalakiya vê înê di çarçoveya qebûlkirina gelê filistînê ji parçekirina xaka Filistînê de pêk hat.

ANHA


Mijarên Din