Li Soçiyê biryara Sûriyê: Plana Rûsyayê ya 'hevdîtina Şam-Enqereyê' ne çareserî ye

Di hevdîtina Pûtîn û Erdogan a li Soçiyê de, Sûriye mijareke sereke ya bazarê bû. Di demekê de ku li ser pirsa gelo pêkan e Rûsya bixwaze li Sûriyê Şamê û Enqereyê nêzî plansaziyeke hevbeş bike û ev yek ji bo aliyên li Sûriyê tê çi wateyê, Hamîde Rencuzogullari got Pûtîn naxwaze li herêmê çareserî pêk were.

Piştî civîna sêalî ya li Tehranê ya di 19’ê Tîrmehê de, Erdogan û Pûtîn di 5’ê Tebaxê de li Soçiyê civînek pêk anî ku 4 saetan dom kir. Rojeveke sereke ya civînê êrişeke nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Ji dema civînên Tehran û Soçiyê êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane.

Li ser civîna li Soçiyê, deklarasyona hevpar û rewşên ku dê pê re derkevin holê, em bi pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari re axivîn.

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku Pûtîn ber bi çareseriya aloziya Sûriyê ve naçe, ew ê pêvajoyê dirêj bike û bixwaze Tirkiyê bi hikumeta Şamê re bîne cem hev lê çareserî ne pêkan e.

Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku Erdogan ku ji civîna Tehranê destvala vegerî, vê carê ji bo ku destûra xwe ji Pûtîn bistîne, çûye Soçiyê.

'PÛTÎN TIŞTÊN DIXWESTIN JI ERDOGAN GIRTIN'

Beriya ku civîna Soçiyê pêk were Rûsya daxuyandibû ku “Fikarên Tirkiyê yên meşrû yên ewlehiyê hene û em wan li ber çavan digirin. Lê belê divê destûr ji çalakiyên ku rewşa li Sûriyê ne aram dike û gefê li yekparebûna siyasî ya xaka wê dixwe, neyê dayîn.”

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku daxuyaniya Kremlînê mîna di civîna Tehranê de nehişt ku mudaxeleya li Sûriyê pêk were û got: “Ya rast Pûtîn tişta ku dixwest ji Erdogan girt. Ji ber ku Rûsyayê planên şikandina ambargoya li ser wê bi rêya Tirkiyê çêkiribûn û Erdogan bi navê têkiliyên bazirganiya hevbeş, enerjî û hwd îmze kiribû. Yanî Tirkiye veguheriye amûreke ji bo şikandina ambargoya li ser Rûsyayê. Wateya Soçiyê ev bû.”

Hamîde Rencuzogullari got: "Xuya ye Pûtîn alîgirê dewamkirina têkiliyên bi Erdogan re ye û bi çend hevokan îqna dike lê balê dibe ser rojeva xwe."

Hamîde Rencuzogullari li ser hin mijarên ku di civînê de hatine nîqaşkirin jî wiha axivî: “Ji Akkuyu heta veguhestina dexlê di Derya Reş re, heta bendewariyên Ewropayê yên ji bo enerjiyê, her tişt tê nîqaşkirin. Lê Erdogan îmajekê çêdike ku ew tenê bi ajandayekê dimeşe û Pûtîn li wê derê jê re jesteke wiha dike; ji ber ku bi rêya Birha Bakur (Nord Stream) Ewropa gaza xwezayî dê bi rêya Tirkiyê bistîne, divê hemû Ewropa spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiye û Erdogan bike. Ev pesinandin e, yanî em dikarin bêjin malzemeyeke wiha dane siyaseta navxweyî û raya giştî ya navxweyî.”

‘LI SOÇIYÊ PIRSGIRÊKA SÛRIYÊ HATE PAŞXISTIN’

Hamîde Rencuzogullari da zanîn ku ev rewş pir bi baldarî hatiye plankirin û encamname jî ji berê de hatiye amadekirin û wiha axivî: “Encamname dema Pûtîn û Erdogan hev dibînin, bi Erdogan didin îmzekirin. Jixwe bi temamî wek daxwazên Rûsyayê hatin nîqaşkirin. Lê belê  dan û standinên Soçiyê qonaxeke pêvajoya Astanayê ye û tê payîn ku mijarên girêdayî statuya garantor a Tirkiyê li Sûriyê û bi taybet li herêmê, li ser maseyê bin. Lê ez bi rastî jî difikirim ku pirsgirêka Sûriyê hatiye paşxistin û tenê li ser hatiye nîqaşkirin û ev yek jixwe ji encamnameyê de derketiye hole. Bi taybetî em dizanin ku pirs û bersivên amadekirî hene û ev pirs û bersivên hatine amadekirin, bi taybet têkildarî Sûriyê ne.”

Di 6'ê Tebaxê de piştî civîna Soçiyê Erdogan bersiv da pirsên rojnamevanan û têkildarî civînê gotibû “Em şahidiyê ji refleksên erênî yên diyaloga me ya bi Rûsyayê re yên li Qafkasya, Sûriye û Ukraynayê dikin.”  

Hamîde Rencuzogullari bal kişand ser vê mijarê û got: "Tiştên li Qafkasyayê pêk tên, pir rave nake lê belê rewşa erênî ya ku li Ukraynayê şahidî jê re hatiye kirin wiha ye; îxracata dexlê Ukraynayê di Derya Reş re. Yanî vê yekê wek serketineke Tirkiyê pêşkêş dike. Wekî ku di vê peymana Soçiyê de destkeftiyeke wiha bi dest xistibe, diaxive lê dema ku dor tê encamên erênî yên li Sûriyê, kesî fehm nekir. Lê ya rast; Erdogan xwe dide dest.”

GELO DÊ MUXALÎF BÊN FIROTIN?

Hamîde Rencuzogullari bal kişand ser daxuyaniya Erdogan ku gotibû ew ji Rûsyayê garantiyê dixwazin ku li Sûriyê “binkeyên terorê hilweşînin” û got: “Têkildarî gavên ku dikarin li dijî rêxistinên li Sûriyê werin avêtin, tenê dibêje 'me di navbera xwe de nîqaş kir'. Ev girîng e, ji ber ku nabêje "li ser gavên li dijî rêxistinên terorê bên avêtin em gihîştin lihevkirinekê". Her wiha nayê zanîn bê ka dê muxalîfan bifiroşe yan na. Piştî van hevdîtinên li Soçiyê, komên ku Pûtîn balê dikişîne ser, a rast, ne Kurd in lê ew in.” 

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku dema medyaya dewleta Tirk dibêje 'teror bi dawî dibe', behsa Kurdan, YPG û PKK'ê dike lê ev tenê teseliya ji bo raya giştî ye.

ŞÎFREYÊN SEMBOLÎK  Û BERSIVÊN AMADEKIRÎ YÊN BERIYA SOÇIYÊ

Hamîde Rencuzogullari bal kişande ser poza Erdogan a bi “nîşaneya rabîa” dema diçû Soçiyê û ev yek wek silava dawîn a jin Îxwanan re nirxand.  

Hamîde Rencuzogullari da zanîn ku Erdogan hêdî hêdî dev ji siyaseta Îxwanî berdide û wiha dewam kir: “Her ku asê dibw, ji bo ku bi dijminên xwe re aştiyê çêke, Îxwanên li Tirkiyê diparêze, dev jê berdide. Dest ji koma Misirê berda. Qet behsa koma Tûnis û Lîbyayê nake. Dikare ji nişka ve dev jê berde. Koma Îxwanan a li Sûriyê gelekî bi endîşe ye. Ji ber ku rewşa Tirkiyê her ku diçe xirabtir dibe, ne baştir e. Hebûna hikumetê ne diyar e, ne diyar e bê ka dê hebe yan na û ji ber vê jî ev ne rehet in. Li vir tişta ku bala min kişand ew e ku dema Erdogan çû Soçiyê dizanî bê ka çi dê were serê wî. Pir aşkera dizanibû ku ew ê tişta hêvî dike, bi dest nexe, lewma bi dîtina min planeke Erdogan a ku daxuyaniyên sembolîk ên wiha yên ku rewşê aram dike, hat dayîn û silav da Îxwanan. Bi rastî jî wisa kir. Ji ber ku ev daxuyaniya wî ya di balafirê de pir balkêş e. Yanî gotineke wisa bû ku fikreke me heye, lê me tiştek bi dest nexist.”

'RÛSYA DIXWAZE TIRKIYE Û SÛRIYÊ BÎNE CEM HEV LÊ ÇARESERÎ NE PÊKAN E'

Hamîde Rencuzogullari daxuyaniya Erdogan a têkildarî gotinên Pûtîn ku gotibû dema mimkûn be hûn ê bi hikumeta Şamê re çareser bikin, wiha nirxand: "Ev daxuyanî tê wateya 'îstîxbarata me li wir e, lê em nikarin tiştekî bikin'. Min nebihîstiye û ne xwendiye ku îstîxbarata Sûriyê bi wan re dixebite, lê belê dizanim ku îstîxbarata Tirk bi komên cîhadîst re derdikeve nêçîra mirovan. Li gorî raporekê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2022'an de 131 kes hatin destgîrkirin. Piraniya wan Kurd, jin û zarok in.

Komên ky îstixbarata Tirk pê re hevkariyê dike û wek garantor diparêze, hene. Pêşniyara Pûtîn a ji bo çareserkirina wê bi hevkariya bi Sûriyê re çi qasî realîst e? Dibe ku Pûtîn dixwaze wê bîne ser zemînekeguncaw. Ji ber ku naxwaze pirsgirêk li vê herêmê çareser bibe. Dema ku fersenda wî hebe ku hebûna xwe û qudreta xwe zêdetir bike, destê xwe jê venakişîne. Ber bi çareseriyê ve naçe, pêvajoyê dirêj dike û ji ber vê yekê dixwaze Tirkiyê bi hikumeta Şamê bîne cem hev, lê ne pêkan e vê yekê çareser bike."

'HIKUMETA ŞAMÊ DÊ PÊNASEYA TERORÊ JI SER KOMÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ RANEKE'

Hamîde Rencuzogullari wiha dewam kir: "Hikumeta Şamê dê pêanseya terorê ji ser tu komên alîgirên Tirkiyê raneke,  gelek caran ev yek îlan kir û ji ber vê yekê ya ji bo Sûriyê terorîst be, terorîst e. Ji  bo derxistina wan ji xaka Sûriyê biryardariyek heye.”

Hamîde Rencuzogullari got di vê biryarê de ji bo ku destê Pûtîn rehet bibe, tiştek nabe û got: "Bi ya min Pûtîn niyet dike ku di diyaloga xwe ya li gel Kurdan de rê li ber vê formula navberê veke. Ez nizanim dê çi qas serkeftî be, çi qas gavên saxlem werin avêtin û dê bi pêş ve biçe, lê niyetên bi vî rengî formulên navberê û gavên ji bo sivikkirina tansiyonê ne.”

BAZARA LI SER ROJAVA YA PÛTÎN Û ERDOGAN

Hamîde Rencuzogullari got Pûtîn li dijî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk negotiye ‘ez ê tu carî bi temamî destûrê nedimê' û wiha pê de çû: "Hemû nîşane nîşan didin ku Pûtîn alîgirê mayîndebûna desthilata Erdogan e. Ji ber vê yekê, ji bo raya giştî ya navxweyî dikare malzemeyeke beriya hilbijartinê bide destê xwî û ronahiyeke kesk bide mudaxeleyeke sînordar. DYA jixwe dide. Ji ber ku xuya ye dikare ji bo dewamkirina rewşa heyî helwestekê nîşan bide, dibe ku nebe jî. Ji ber vê yekê mudaxeleya li Sûriyê bi temamî ji rojevê derneketiye. Bi tenê cemidandî ye. Lê belê piştî daxuyaniyên Rûsyayê yên li ser yekitiya siyasî ya Sûriyê û pêvajoya diyaloga siyasî; eger ji bo destpêkirina diyaloga Kurdan a bi Şamê re û pûçkirina hemû fikarên Tirkiyê yên li ser sînor, ev yek dê derbeke mezin li Erdogan jî bixe. Heke beriya hilbijartinan bike, ev tê wê wateyê ku desteka xwe ji Erdogan kişandiye. Heke vê yekê neke, dê destûreke sînordar ji bo mudaxeleyê bide Erdogan.”

ANHA


Mijarên Din