Li Somaliyê 16 endamên El-Şebab hatin kuştin

Artêşa Somaliyê bi piştgiriya asîmanî ya artêşa Fransayê operasyonek li hemberî baregehên tevgera El-Şebab ên li başûrî welêt li dar xist, di encamê de 16 ji endamên tevgerê hatin kuştin.

Dezgehên çapemeniyê yên Somaliyê ragihand di operasyona li herêma Cilîb a başûrê welêt de 16 endam û fermandarên El-Şebabê hatin kuştin.

El-Şebab ji beriya çend salan ve li Somaliyê li dijî hikumetê şer dike. Her wiha endamên vê tevgerê serweriya xwe li herêmên mezin ji başûr û navenda Somaliyê  dikin û êrişên xwe li dijî hêzên ewlehiyê û sivîlan didomînin.

 

 

 


Mijarên Din