Li Srî Lankayê 4 teqînên din pêk hatin 

Li herêma Samantoriyê ya Srî Lankayê dema ku hêzên ewlehiyê operasyon bi kargeheke teqemeniyê de kirin, rêzetqîn çêbûn, paşê di navbera hêzên ewlekariyê komên çekdar re şer derket.

Sky News Arabia ku agahiyên xwe spartine çavkaniyan  got" Hêzên ewlekariya piştî agahî girtin ku kargeheke madeyên teqemeniyê heye girtin ser kargehê. Dema Hêzên Ewlekayê gihiştin nêzî kargehê 3 teqîn pêk hatin û pevçûn derket."

Her wiha hate gotin ku piştî şer teqîna 4‘emîn pêk hat.

Çavkaniyekî ewlehiya Srî Lankayê diyar kirin ku teqîn li herêma Samantori ya 225 km dikeve rojhilatê paytexa Colomboyê di encama teqînên xwekujiyê de pêk hatin.

Demek beriya niha jî ragihandina herêmî ya wêneyên bombe, alavên teqemeniyê, alên DAIŞ û balafirên bê mirov li herêma Samantoriyê weşandibûn.

Artêşa Srî Lankayê diyar kir ku hêzên wan li dijî çekdarên ku di roja Cejna Paskalyayê êrîş kiribûn de operasyon li dar xistine

Hikûmeta Srî Lankayê diyar kiri ku serkêşê "Cemat El-Tewhîd" ya tunraw Zehran Haşim di teqînekê de mir û bi bîr xist ku kesekî din ji heman komê hatiye girtin.

Serokê Srî Lankayê Maithripala Seressina got: "Polîs li 140 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi rêxistina DAIŞ a terorê re heye, ku di roja cejna xiristiyanan de êrîş birine ser dêr û otêlan û di encamê de zêdetirî 300 kes hatin kuştin, lêpirsîn der barê wan de daye destpêkirin.”


Mijarên Din